Ji Ozgur Gundemê têkildarî girtinan daxuyanî
Ozgur Gundemê, bertek nîşanî girtina ‘Gerînendeyên Nobeda Weşana Giştî’ da û wiha got: “Tevî hemû astengî û zextan jî kesên ku piştgiriyê didin me û vê kampanyayê, em pir girîng dibînîn.”
Ozgur Gundemê, bertek nîşanî girtina ‘Gerînendeyên Nobeda Weşana Giştî’ da û wiha got: “Tevî hemû astengî û zextan jî kesên ku piştgiriyê didin me û vê kampanyayê, em pir girîng dibînîn.”
Koordînatorê Nûçeyên Ozgûr Gundemê Ahmet Bîrsîn, têkildarî girtina Serokê TÎHV Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncancî, Nivîskar Ahmet Nesîn û Rojnamevan Erol Onderoglû daxuyaniyek da.
Bîrsîn, diyar kir ku peyamên girtin û tirsê didin, yên ku aştî û azadiyê diparêzin digirin, da zanîn ku derdorên demokratîk ji bo ku piştgiriya wan kirine hatine girtin, biryarên ku hatine girtin ti têkiliya xwe bi hiqûqê re nîne. Bîrsîn destnîşan kir ku di pêvajoya ku ewqas zext û çewisandin tê meşandin de organîzekirina kampanayeyakî bi vî awayî û beşdarbûna wê pir girîng dibînin. Bîrsîn wiha got: “Bi van girtinan dixwazin peyamê bidin beşên din. Dixwazin tirsê serdest bikin. Tevî hemû astengî û zextan jî kesên ku piştgiriyê didin me û vê kampanyayê, em pir girîng dibînîn.”
‘TÊ WATEYA PARASTINA AZADÎ Û AŞTIYÊ’
Bîrsîn bal kişand ser kesên ku erka piştgirîkirina kampanyayê weke azadiya xwe dibînin, anî ziman ku gerînendeyên nobedê yên weşana giştî zext û îxlalên li hember rojnamevan dîtin ji bo wê piştgirî kirin. Bîrsîn wiha axivî: “Bi girtinan dixwazin dengê her kesê qut bikin.”
Koordînatorê Nûçeyên Ozgûr Gundemê Ahmet Bîrsîn, destnîşan kir ku tevî hemû tiştan Ozgur Gundem rastiyan dinivîse û ji ber vê tê hedefkirin, Bîrsîn wiha anî ziman: “Bila neyê jibîrkirin parastina rojnameya Ozgur Gundemê û piştgirîkirinê tê wateya mafê mirovan, parastina demokrasî, aştî û azadiyê.”