Ji NY ji bo qedexekirina zewacên zarokan gavên girîng
Ji NY ji bo qedexekirina zewacên zarokan gavên girîng
Ji NY ji bo qedexekirina zewacên zarokan gavên girîng
Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo her mijara ku her sal bi milyonan zarok bi darê zorê tên xewicandin asteng bike ket nav tevgerê.
Di pêşnûmebiryara ku ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan a NY hat qebûlkirin, bi taybet zewicandina zarokên keç tê qedexekirin. Di pêşnûmebiryara ku bi piraniya dengan hat qebûlkirin, ji aliyê delegasyonên Kanada û Zambiya ve hat pêşkeşkirin.
Pêşnûmebiryar hefteya pêşiya me wê li Civata Giştî ya NY de ji bo dengdanê bê destgirtin.
Li gor saziya civakî ya sivîl a navneteweyî Girls not Brides (Keç-ne bûk in), li cîhanê 15 milyon zarokên keç bi darê zorê tên zewicandin. Girls not Brîdes da xuyakirin ku 700 milyon jin beriya bikevin 18 saliya xwe bi zorê hatine zewicandin û eger tedbîr neyên girtin hejmara keçên di temenê zarokatiyê de tên zewicandin di sala 2050’î de wê bigihêje 1.2 mîlyar.
Herî zêde li welatên wek Hindistan, Bangladeş, Nîjerya zarok tên zewicandin. Li Ewropayê jî di nav kesên koçber de zewaca bi zorê wek kevneşopiyekê didome.