Ji Nûçe Ciwan daxuyaniya ji neçarî
Nûçe Ciwan ragihand ku ji 10'ê Adarê ve ajansa wan dibe hedef, lewma neçar mane di vê mijarê de daxuyaniyekê bidin.
Nûçe Ciwan ragihand ku ji 10'ê Adarê ve ajansa wan dibe hedef, lewma neçar mane di vê mijarê de daxuyaniyekê bidin.
Di daxuyaniya nivîksî ya Nûçe Ciwan de hate ragihandin ku dema dawî di hin saziyên çapemenî weşanê yên Elman de li ser çend daxuyanî û nûçeyên di Nûçe Ciwan de hatin weşandin kampanya reşkirinê dest pê kiriye, lewma ew neçar mane ji ber van nûçeyan daxuyaniyekê bidin raya giştî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ji valahî û kêmasiyên ewlekariyê yên ajansa wan sûd hatiye girtin û bi vî rengî daxuyaniyeke li ajansa wan hatiye bicihkirin.
Nûçe Ciwan destnîşan kir ku ew qebûl nakin ku di navbera ajansa wan û vê daxuyaniyê de têkilî were anîn û diyar kir, naveroka daxuyaniyê ku gotinên şîdetê tê de hene, li polîtîka û pîvanên wan ên weşanê nayê.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser vê bingehê, di encama lêkolînên me de derkete holê ku daxuyaniya bi sernavê 'Kurdische Jugendinitiative: Den Krieg in Efrîn am 12.3.2018 auf Europas Straßen tragen!' hate weşandin ji aliyê edîtorên me ve nehatiye weşandin. Em lêkolînên xwe dewam dikin bê ev daxuyanî çawa li ajansa me hatiye bicihkirin. Dema ku me agahiyên şênber bi dest xistin, em ê bi raya giştî re parve bikin.
Em ji raya giştî dixwazin ku guh nedin kampanya reşkirina ajansa me û em dibêjin ku tevî hemû zext û zordariyê jî em ê weşana xwe li gorî pîvanên weşangeriya demokratîk, azadiya ramanê, pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî bidomînin."
Nûçe Ciwan her wiha destnîşan kir ku ji bo êrîşeke din a bi vî rengî ya neheq neyê kirin ew ê tedbîrên xwe yên pêwîst bigirin.