Ji NCDK a Dresdenê çalakiya li dijî komkujiyan

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Dresdenê, li hemberî komkujiyên di meha Adarê de qewimîne çalakiyek lidar xist.

Li bajarê Dresden ê eyaleta Sachsen a Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyek lidar xist û berxwedana gel silav kir.

Hevberdevkê Navendê Kerem Gok di axaftina xwe ya li vir de komkujiyên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Helebçe, Qamişlo û Gazî lenet kir. Endamê dîwanê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka Cemal Tûran jî li vir axivî.

Piştre şahidê Komkujiya Mereşê Ozan Emekçî bûyerên ku dît, vegot.

Li dû axaftinan sînevîzyon hat nîşandan û koroya zarokan derket ser dikê. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" bi dawî bû.

...