Ji Navenda Giştî ya BDP’ê banga tevlibûna protestoyên berfireh

Ji Navenda Giştî ya BDP’ê banga tevlibûna protestoyên berfireh

Navenda Giştî ya BDP’ê li giştînameyeke weşand û diyar kir ku divê li hemû bajar û navçeyan komkujiya li Geverê pêk hatiye bi girseyî bê protestokirin.

Bi îmzeya hevsrokên giştî yên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak  der barê qetilkirina Mehmet Reşît Îşbilîr û Veysel Îşbîlîr de  giştînameyek ji bo endamên PM, serokên navendan, şaredaran, meclisên ciwan û jinan hat şandin.

Di giştînameyê de hate diyar kirin ku li navçeya Gever a Colemêrgê bi pêşengiya MEYA-DER’ê daxuyaniyek bi armanca protestokirina texrîbkirina goristanan hat dayîn û polîsan êrîşê girseyê kiriye û du kes hatine qetilkirin. Di giştînameyê de hat diyar kirin ku ev planeke tasfiye û operasyona kontra ya kesên ku çareseriyê naxwazene.”

Di giştînameya ku hate şandin de hat destnîşan kirin ku divê îro û sibê li her der barê bi awayekî girtî ev komkujî bê protesto kirin û bersvieke mezin bidin komkujiyê.