Ji MOP'ê daxuyaniya 1'ê Gulanê
Di daxuyaniya MOP'ê ya li ser 1'ê Gulanê de hat gotin, "Rabûna li hember Erodgan û hikûmeta AKP'ê ku temsîla zîhniyeta faşîst a Îslamî ye, yek ji wezîfeyên herî bi rûmet ên dîrokê ye."

Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê (MOP) li ser navê gelê Asûrî, Suryanî, Keldanî 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê li gelan, karkeran, gundiyan, jinan û hemû bindestan pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hemû mirovên di 1'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û bi wesîleya rojê, mirovên ji çar aliyên cîhanê hatine Mezopotamya, Kurdistan û Anatoliyê û li dijî şovenîzma Eerb, dewleta Tirk a faşîst Îslamî û wehşeta DAIŞ'ê, di oxira azadiyê de li ber xwe didin, hat silavkirin.
MOP'ê bang li gelê Asûrî, Suryanî, Keldanî, hemû gelan, kedkar, jin û alîgirên demorkasiyê kir, ku di 1'ê Gulanê de têbikoşin û got, "Hevgirtin, garantiya destketiyên demokratîk e. Ev yek tê wateya serberjêrbûyîna zîhniyeta faşîst a Îslamî ya dewleta Tirk. Rabûna li hember Erodgan û hikûmeta AKP'ê ku temsîla zîhniyeta faşîst a Îslamî ye, yek ji wezîfeyên herî bi rûmet ên dîrokê ye.
Weke MOP; ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, ji bo gelê Kurd bi vîna xwe ya serbixwe çarenûsa xwe diyar bike, ji bo gelên din bibin xwedî mafên xwe yên demokratîk, ji bo hesabê Seyfo/Qirkirina 1915'an bê dayîn, kedkar bigihêjin mafê xwe, jin bi rengekî wekhev di nava civakê de cih bigirin, ciwan xwe bigihînin çandeke demokratîk; di 1'ê Gulanê de divê em li her derê li qadan bin.
Bi vê feraseta hevgirtinê re em careke din 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz dikin. Serketin wê ya gelên bi zîhniyeta demokratîk bi hev re tevdigerin be."