Ji Mistefa yê ji aliyê El Nûsra ve hat revandin agahî nayê girtin
Ji Mistefa yê ji aliyê El Nûsra ve hat revandin agahî nayê girtin
Ji Mistefa yê ji aliyê El Nûsra ve hat revandin agahî nayê girtin
Aqûbeta bi sedan sivîlên ji aliyê çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê ve dîl hatine nayê zanîn. Hebîb û Abdulkerîm Mistefa yên birayên hev, berî du sal û nîvan dema ji Qamişlo derbasî Kobanê dibûn hatin revandin. Hebîb Mistefa yê xwe ji destê çeteyên El Nûsra rizgar kir anî ziman, ku wî ji hingî ve agahî ji kekê xwe girtiye.
Hebîb û Abdulkerîm Mistefa yên ji bo ji Qamişlo bên gundê Berxbatan ê Kobanê ketin ser rê, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin. Yek ji du birayên dîl hatin girtin Hebîb Mistefa derfet dît ku ji zîndana çeteyan bireve, lê kekê xwe Abdulkerîm Mistefa heta niha agahiyek nestendiye. Hebîb Mistefa da xuyakirin, ku divê zilma çeteyên El Nûsra û DAIŞ li mirovên sivîl dikin, ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve bê zanîn.
'GOTIN EM Ê BERDIN, CAREKE DIN HAYA ME JÊ ÇÊNEBÛ'
Hebîb Mistefa bi vî rengî behsa wan rojan kir: "Dema bi kekê xwe re ji Qamişlo em dihatin Kobanê, li Serêkaniyê em ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin. Dest danîn ser pere û wesayîta bi me re. Destpêkê ji me re gotin ku ew ê me bibin cem serçete. Ewilî 3 mîlyon pereyê Sûriyeyê yê li cem me, ji me xwestin. Dema me gotin ku em ê pere nedin, çavê me girê dan û em birin. Min xwest xwe ji wesayîtê biavêjim, lê kekê min nehişt. Dûre em birin cihekî depoya benzînê. Li depoya benzînê ya li binê erdê, lêdaneke dijwar li me kirin. Piştre dest bi lêpirsîn û îşkenceyê kirin. Lê belê dema ew ji wir derketin, min pê li pişta kekê xwe kir û ji paceyê derketim. Ji ber ku şev û tarî bû, min nedîtin. Lê belê kekê min ji ber îşkenceya lê hat kirin, nekarîbû xwe li paceya du metre bilind bigire. Kekê min ji min re got, 'Tu biçe cihê me ji hevalan re bêj e bes e'. Min xwe gihand gundî 15 kîlmetre dûr. Di roja duyemîn de min li Serêkaniyê ji YPG'ê re ragihand, wan jî ji emîrên El Nûsra re ragihandin, ku hingî êrîşî YPG'ê nedikirin. Îdîa dikin ku wan kesek nerevandine. Emîrê El Nûsra got, 'Temam em ê kekê de berdin'. Lê belê tevî ku em bi rojan li Serêkaniyê man jî, bernedan. Bavê min li Reqa bi emîrên wan re hevdîtin kir. Emîrê wan hingî got, 'Ya rast diviyabû kurê din jî ji dest nerevandibûna, diviyabû serê wî jî bihata jêkirin'. Piştî vê gotinê me ji kekê min ti agahî nestend."
JI BO AQÛBETA WINDAHIYAN BANG
Hebîb Mistefa da xuyakirin ku divê ji bo aqûbeta mirovên sivîl ên di destê çeteyên DAIŞ û El Nûsra de ne, xebatek bê meşandin û got, "Banga me li hêzên navneteweyî ew e ku ji bo bi sedan mirovên ji aliye çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê ve hatine revandin, li aqûbeta wan bipirsin. Ji bo mirovên bêguneh û sivîl ên di destê van çeteyên dijminê mirovahiyê, divê karek bê meşandin. Pêwîste ev şebekeya çeteyan êdî bê rawestandin. Kekê min bavê 6 zarokan e û li gund bi cotkariyê debara xwe dikir."