Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) û Milîsên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser desteserkirina şaredariyan daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rêveberiya dewleta Tirk têk çûye û şerê li Rojhilata Navîn mezin dibe, dewleta Tirk ditirsîne.
Di daxuyaniya hevpar de berxwedana li Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê hate silavkirin û hate destnîşankirin ku serketin nêz e. Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin, "Ji ber vê yekê jî em bang li her kesên welatparêz, Kurd, mirovên bi rûmet, Tirkiyeyî, demokrat, şoreşgrean dikin ku biçin avahiyên partiya xwe û wan tevlî vê berxwedanê bikin. Di serî de hemû navçeyên Stenbolê li Enqere, Îzmîr, Edene, Antalya, Mersîn, Amed, Lice, Farqîn, Pasûr, Bismil, Pîran, Erxenî, Dersim, Agirî, Qers, Îdir, Wan, Colemêrg, Gever, Bedlîs, Erzîrom, Dîlok, Riha, Gimgim û hemû navçeyên Mêrdînê Nisêbîn, Dêrik, Qoser, Kerboran, li Sêrt, Şirnex, Cizîr, Hezex, Silopiyayê gelê me dakevin qadan û piştgiriyê bidin vê berxwedana bi rûmet. Milîsên me yên MAK û HBDH'ê yên li van deveran divê ji her alî ve piştgiriyê biding elê me û ciwanan û teşwîqî berxwedanê bikin. Roj ne roja bêdengmayinê ye. Dem ew dem e ku rêveberiya dewleta Tirk a barbar faşîst ku di dema herî lawaz de ye, li pêşberî berxwedana me çokê bitewîne. Çawa ku faşîzm bi êrîşên barbar hewl dide hêza me teslîm bigire, divê em jî li her derê hêza xwe ya berxwedan û çalakiyê nîşan bidin û çokê bi faşîzmê bidin tewandin."