Ji meşa Hikûmet gav biavêje’ re astengiya Taksîmê
Ji meşa Hikûmet gav biavêje’ re astengiya Taksîmê
Ji meşa Hikûmet gav biavêje’ re astengiya Taksîmê
Rêxistina BDP’a Stenbolê ku dixwest di çarçoveya kampanyaya “Hikûmet gav biavêje” de betalkirina lîsansên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC bi meşekê li Taksîmê protesto bike rastî astengiya polîsan hat. Li Caddeya Îstîklal TOMA û polîsan li pêşiya girseyê bend danîn.
Meşa bi organîzasyona rêxistina BDP’ê ya Stenbolê ya di çarçoveya kampanyaya "Hikûmet gav biavêje” de betalkirina lîsansên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC ji aliyê dewleta Danîmarkayê ve wê li Taksîmê hatiba protestokirin rastî astengiya polîsan hat. Bi hezaran kesên li ber Lîseya Galatasaray hatin gel hevdu pankartên, "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “Dengê me ROJ TV, NûÇE TV û MMC nayê bêdengkirin" rakirin û xwestin ber bi Taksîmê ve bimeşin li ser Caddeya Îstîklal rastî astengiya TOMA û polîsan hatin.
Polîsan nehişt girse ber bi Taksîmê ve bimeşe. Hevseroka Rêxistina BDP’ê ya Stenbolê Asiye Kolçak li ser navê girseyê daxuyaniyê dide.