Ji Melborûrnê 50 malbat tevlî Kampanyaya Xwişk û Bira bûn
Li bajarê Melboûrne, 50 malbat tevlî Kampanyaya Xwişk û Bira bûn.
Li bajarê Melboûrne, 50 malbat tevlî Kampanyaya Xwişk û Bira bûn.
Li bajarê Melboûrne, 50 malbat tevlî Kampanyaya Xwişk û Bira bûn.
Li bajarê Melboûrene yê Awûstûryayê, xebatên Kampanyaya Xwişk û Bira ya ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatî destpêkirin dewam dike.
Di çarçoveya kampanyayê de, agahiyên malbatên ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatine şandin, ji aliyê komîsyona ku li navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hatin pêkanîn li malbatên sponsor hatin belavkirin.
Di civîna malbatên sponsor ya ku di pêşengtiya NAV-DEM’ê hat lidarxistin de, behsa girîngiya kampanyayê hat kirin. Hemû agahiyên ‘malbatên Xwişk û Bira’ dan malbatên sponsor. Piştî agahî hatin dayîn civîn bi dawî bû.
Xebatên sponsorkirinê li bajarên Sydney û Perthê jî hatine destpêkirin.