Ji Medyaya Îranê ji bo Erdogan: Kêmaqil, 15'ê Tîrmehê ji bîr neke

Medyaya Îranê li dijî helbesta Erdogan a li ser Bakuyê helwest nîşan da û Erdogan bi, ''dîroknezaniyê'', ''bicihkirina ajandaya Israîlê'' tawanbar kir. Medyaya Îranê şeva darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi bîr xist.

Li dijî helbesta ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Bakuyê xwendî ji Îranê helwest tên. Ev gotinên Erdogan îro rojeva sereke ya çapemeniya Îranê bû.

Helbesta ku Erdogan xwendî yekkirina sînorên Azerbaycanê û Îranê vedihewand, li ser van gotinan Îrane bi asteke zêde helwest nîşan da.

Wezareta Karê Derve ya Îranê nota da Sefareta Tirk û ragihand ku ew ji Tirkiyê, ''daxuyaniyeke lezgîn'' dixwazin. 

Çapemeniya Îranê li ser van gotinên Erdogan got, ''dîroknezan'', ''bicihanîna ajandaya Israîlê'' û her wiha rola Îranê ya di darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an de jî bi bîra Erdogan xistin.

Rêveberê Weşana Giştî ya rojnameya Keyhanê Huseyîn Şerîetmedarî di nivîsa xwe de got, ''Erdogan ji bo ku xwe bi DYE, Israîl û Siûdî şîrîn bike ketiye nav dîroknezaniyê.''

Şerîetmedarî di nivîsa xwe de got, ''Pirsgirêka Erdogan ne ku hay ji rûdanên dîrokî nîne, berevajî pirsgirêka wî ya sereke kêmaqilî û famkoriya li ser siyasetê ye. Heke bi qasî serê derziyê aqilê wî hebûya wê ev xala aşkere fêhm bikira.''

Rojnameya Eftekarê jî li dijî Erdogan nivîsî û got,''Ev gotinên bi dîroknezanî yên li welatekî duyan li dijî welatê sêyan û mijarên hesas nikarin bibin mijara helbestan.''

Rojnameya Cumurî Îslamî ya bi ser Hîzbûllaha Îranê protestoyên li Tebrîzê yên dijî Tirk kire manşêt, rojnameya Etfabê jî ev protestoyên dijî Tirk kire manşêt û got, ''Li dijî gotinên Erdogan ku li Bakurê yekbûna xaka Îranê kiriye hedef, gelek derdor banga boykotkirina malê Tirkan dikin.''

Rojnameya Xorosê sembolên dijî dewleta Osmanî li ber xwe didan kire manşêt, rojnameya Armanî Milî ya reformîstan jî got divê Erdogan ji Îranê û gel lêborînê bixwaze.

Rojnameya Armanî Milî di ser çalakiyên Tebrîzê re got postera bi nivîsa,''Erdogan, darbeyah 15'ê Tîrmehê ji hişê xwe dernexe'' kire wêne nûçeyekê.

Gelek qenalên televizyonên Îranê jî gotin Îranê 15'ê Tîrmehê Erdogan xilas kirin, ajansa nîv fermî ya Îranê Tesnîmê jî di ser hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an re peyam da Tirkiyê.

Rojnameya Wetenî Emrûz jî got, gotinên Erdogan ajandaya Îranê ye û got,''Bersiva herî mezin a ji bo Erdogan wê tolhildana ji IsraîlÊ be.''

Rojnameya Tehran Tîmes ku bi Ingilîz weşanê dike bi Tirkî peyam da Tirkiyê û got, ''Her gotinek cihêkî xwe heye.''