Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Ji Meclisê re ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdan

Parlamenterên HEDEP'ê ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar Abdulalîm Kaya serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê da.

Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Parlamentera Elîhê Zeynep Oduncu yên Partiya  Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP), ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar Abdulalîm Kaya yê 80 salî serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan (ÎHÎK) a Meclîsê dan. 

'HEWCE YE BILEZÎNIN'

Di serlêdanê de hat ragihandin ku AbdulalÎm Kaya yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Elîhê tê girtin, di wê rewşê de ye ku ew nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Di serlêdanê de ev yek hatin gotin: "Li gorî agahiyên me yên derbarê rewşa tenduristiya Abdulalîm Kaya de ew in ku ew bi nexweşiya demansê ketiye. Her wiha çavê wî yê li aliyê çepê nabîne û guhê wî yê li aliyê çepê nabihîze. Her wiha hat zanîn ku gurçikên wî têk çûne û par ji ber nexweşiya xwe ya dilî anjîyografî  bûye."

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê rapor daye Kaya ku ew ji sedî 93 astengdar e. Û ji komîsyonê hat xwestin ku divê ew bi lezgîn serêdana girtîgehê bikin. Di serlêdanê de taloqkirina înfaza Abdulalîm Kaya jî hat xwestin. Her du parlAmenteran pirsnameyek jî pêşkêşî Meclîsê kirin û xwestin Wezîrê Dadmendiyê Yilmaz Tunç bibersivîne.