Ji Meclîsa Dayikên Aşitiyê çalakiya rûniştinê
Dayikên Aşitiyê yên Amedê ji bo dorpêç û êrîşên li bajarên Kurdistanê protesto bikin li Miftîtiya Bajêr a Amedê û li avahiya navçeyê ya AKP a Peyasê çalakiya rûniştinê kirin.
Dayikên Aşitiyê yên Amedê ji bo dorpêç û êrîşên li bajarên Kurdistanê protesto bikin li Miftîtiya Bajêr a Amedê û li avahiya navçeyê ya AKP a Peyasê çalakiya rûniştinê kirin.
Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Amedê, di serî de ji bo Sûrê ji bo dorpêç û êrîşên li bajarên Kurdistanê protesto bike li Miftîtiya Bajêr a Amedê û li avahiya Navçeyê ya AKP'a Peyasê çalakiya rûniştinê kirin. Dayikên Aşitiyê yên ku çûn avahiya AKP'ê, piştî çalakiya rûniştinê xwestin bi rêvebiran re hevdîtin bikin. Lê bi îddiaya ku ji rêvebiran kes tune ye, bi dayikan re hevdîtin nehat kirin.
Ji Meclîsa Dayikên Aşitiyê 22 kes jî çûn Miftîtiya Amedê û li vir çalakiya rûniştinê kirin. Li ser çalakiya dayîkan, Miftiyê Bajêr Burhan Îşleyen bi dayikan re hevdîtin kir. Hevdîtina dayikan berdewam dike.