Ji malbatên Roboskiyê çalakiya lêgerîna edaletê

Ji malbatên Roboskiyê çalakiya lêgerîna edaletê

Dayikên Roboskiyê di hefteya 151’emîn de çalakiya xwe ya ji bo edaletê berdewam kirin. Ferhat Encu di çalakiyê de axivî û bal kişand ser Roja Mafê Zarokan a Cîhanê û bibîr xist ku 19 zarok li Roboskiyê hatine qetilkirin, heta niha ti berpirsên wan nehatine darizandin.

Ji roja ku 34 ciwanên Kurd li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilaban a Şirnexê di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk de hatin qetilkirin,  malbat çalakiyên bi armanca daxwaza edaletê li dar dixin.

Ferhat Encu di çalakiyê de axivî û bal kişand ser komkujiya Dêrsimê got: “Ev sed sal in li ser vê axê komkujî pêk tên, lê heta niha ti hesab nehatiye dayin û berpirs nehatine darizandin. Yên ku li ser van komkujiyan rantê dikin, berpirsên van komkujiyan in.”

Encu diyar kir ku komkujiya Roboskiyê berdewama hişmendiya komkujiya Dêrsimê ye û da zanîn ku ew ê hesabê van komkujiyan bipirsin. Encu bal kişand ser gotûbêjên lêborîna ji bo Dêrsimê û destnîşan kir ku ev lêborîn ne ji dil e.

Encu bal kişand ser 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokên Cîhanê û bibîr xist ku 19 zarok li Roboskiyê hatine qetilkirin, heta niha ti berpirsên wan nehatine darizandin.