Ji malbatên Roboskê kampanyaya ‘em daraza leşkerî naxwazin’

Ji malbatên Roboskê kampanyaya ‘em daraza leşkerî naxwazin’

Malbata 34 kurdên ku li Roboskê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin û hatin qetilkirin, piştî ku dosyaya lêpirsînê sewqî dozgeriya leşkerî kirin, di bin navê ‘Em daraza leşkerî naxwazin’ kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

Malbatên Roboskên ji bo ku dosyaya komkujiya Roboskê ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Amedê ve biryara neşopandinê hat dayîn û şandin Dozgeriya Leşkerî ya Femandariya Giştî protesto bikin, bi pêeşngiya aktîvîstên aştiyê Îbrahîm Yaylali û Meral Geylanî  di bin navê ‘Em daraza leşkerî naxwazin’ kampanyay îmzeyan da destpêkirin.

Meral Geylanî li ser gora 34 kesan daxuyanî da û da zanîn ku dewletê ji bilî hevdîtina bi malbatan re tu tiştek nekiriye û wiha got: “Li vir malbat her tim têkoşîna edeletê didin. Dozgeriya sivîl bi biryara neşopaninê dosyaya 17 mehan tu tiştek jêre enath kirin, teslîmê daraza leşkerî kir. Li ser vê yekê malbatan li ser malpera înternetê ya ‘îmzala.com’ kampanyaya îmzeyan a bi navê ‘Em li Roboskê daraza leşkerî naxwazin’ ji bo bişînin Serokomarî û serokatiya TBMM’ê dan destpêkirin.”

Geylanî da zanîn ku bi malbatan re di nava piştevaniyê de ne û got ji bo pêşî li vê êrîşa hikûmetê ya li dijî malbatan bigire û hem jî dosya ji daraza leşkerî bê girtin û bişînin daraza adîl û sivîl me kampanyaya îmzeyan da dest pêkirin.  Geylanî da zanîn ku bila her kes tevli vê kampanyayê bibin.