Ji Kurdên Libnanê kampanyaya alîkariya Rojava

Ji Kurdên Libnanê kampanyaya alîkariya Rojava

Kurdên li Libnanê dijîn ji bo piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê wê dest bi kampanyaya alîkariyê bikin.

Nûneriya Navenda Kurd a Libnanê ragihand ku ewê bi armanca alîkarî û piştgiriya şoreşa Rojavayê Kuridistanê dest bi kambanyaya berhevkirina alîkariyê bikin. Nûneriyê destnîşan kir ku kampanyaya wan dê di destpêka meha Kanûnê de destpê bike û komîteyên têkildar li tevayî herêmên Libnanê bigerin. Rayedaran destnîşan kirin ku kesên dixwazin xwe bighînin wan dikarin li van hejmarên telefonan bigerin. 70049132- 71747315.