Ji konvoya Mêrdînê 12 kes hatin binçavkirin
Ji konvoya Mêrdînê 12 kes hatin binçavkirin
Ji konvoya Mêrdînê 12 kes hatin binçavkirin
12 kesên ji Mêrdînê diçûn Serêkaniyê hatin binçavkirin.
Ji konvoya Mêrdînê ya ku ji bo nobeta Rojava diçûn Serêkaniyê ya Rihayê 12 kes hatin binçavkirin û birin Fermandariya Cendermeyan a navçeyê. Bi hezaran kesên ji Mêrdînê derketin rê û li Herêma Kepez hatin rawestandin û rastî êrîşa polîsan a bombeya gazê û ava şid hatin.
Di êrîşê de rêveberê navçeyê yê navenda Mêrdînê Nahsettîn Yaprak ku birîndar bû, Kemal Durak ê ew bir nexweşxaneyê, ji navçeya Silopiyê Îdrîs Demîr, Alî Kalkan, Nedîm Oruç, Mehmet Findik û 6 kesên din hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola edlî ya li nexweşxaneyê di dema derketinê de hatin derbkirin.