Ji Kongreya Star peyama 1'ê Îlonê

"Bêyî demokrasiyê nepêkane ku pêkhate û gel bi hev re bijîn. Aştî û demokrasî hevbeşî û hevgirtineke. Bi wê re jî ewlehî û xêr çêdibe."

Bi rasthatina 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êş û azarên ji ber şer tên kişandin û hate ragihandin ku aştî aveke ku agirê şer vedimirîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Aştî hêmana sereke ya jiyanê ye. Lê aştî tenê li ser asta siyasî pêk nayê, lê belê li ser asta aştiya hundirîn e jî."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bêyî demokrasiyê nepêkane ku pêkhate û gel bi hev re bijîn. Aştî û demokrasî hevbeşî û hevgirtineke. Bi wê re jî ewlehî û xêr çêdibe."