Ji konferansa Rojava ya li Berlînê re eleqeyek mezin
Ji konferansa Rojava ya li Berlînê re eleqeyek mezin
Ji konferansa Rojava ya li Berlînê re eleqeyek mezin
Konferansa ku li paytextê Almanya Berlînê bi mijara “Rojava” (Rojavayê Kurdistanê) tê li darxistin, bi axaftina vekirinê destpê kir. Konferansa ku bi navê “Di Sûriyeya pêşerojê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd piştevaniya diyalog, demokrastî û aştiyê bike” eleqeyek mezin jêre heye.
Konferansa ku li salona konferansa Meclisa Eyaleta Berlînê tê kirin, bi axaftina organîzator destpê kir. Konferansa ku malovaniya wê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) dike, Parlementerê Eyaletê Robert Schaddach anî ziman ku, ew pir keyfxweşin ku di rojek wisan dîrokî de bûne alîkar ku bên gel hev.
Endamê berê yê eyaleta Berlînê Giyasedîn Sayan jî bûyerên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û asta ku şer gihayê nirxand. Navenda Xebatên Rayagiştî ya Kurdan û nûnerên “Dialog-Kries” têkildarî nîqaşên konferansê agahî dan.
Di serî de Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî heyî gelek zanyarên û siyasetmedarên Ewropî weke axaftinvan tevlî konferansê dibin û eleqeyek mezin jêre heye. Di konferansa di nav de nûnerên sefaretxaneyên Rûsya, Çîn û Îranê heyî her wiha gelek vexwendinnameyan cihê xwe girtî, balkêş bû ku dîplomatên ji maseya Tirkiye û Sûriyeyê yên ji Wezareta Derve ya Almanya û Wexfên Almanyayê erkdarin tevlî konferansê bûn.
Konferans ji aliyê pisporê rojhilata navîn yê tê naskirin û yê Almanî Michael Luders bi pêşkêşkirina mijara bi ser navê “şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û bandora hêzên rojava” berdewam dike. Di navbera nîvro ya konferansê de jî dê Demîrtaş û Muslim civînek hevpar ya çapemeniyê li darbixin.
Konferansa ku bi kurdî û almanî pêktê dikarin di vê navnîşana înternetê de temaşe bikin; http://civaka-azad.org/