Di 9’mîn Konferansa Navnetewî ya Kurdan ya li Parlementoya Ewropayê hate kirin, bi deklarasyonekê ji bo siyasetmendarê Kurd Adem Uzun tavilê bê berdan bang li Fransayê kir.
9’mîn Konferansa Navnetewî ya Kurdan ya di 5-6’ê Kanûnê de ji aliyê Komîsyona Hemwelatiyên Tirkiye YE (EUTCC) ve hatî organize kirin, têkildarî endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun deklarasyonek weşand.
Di deklarasyonê de hate gotin “Konferansa EUTCC bang li meqamên Fransayê dike ku tavilê Birêz Adem Uzun serbest berdin. Nûnerê rewa yê tevgera siyasî ya Kurd Birêz Uzun, ji ber vê pozîsyona xwe ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk ya pirsgirêka Kurd, ji bo hevdîtinên Osloyê weke muzakerevan hatiye hilbijartin. Ji ber vê sedemê em ji girtina wî bifikarin. Em di wê baweriyê de ne ku sûcdariyên derbarê wî de jî nerastin.”
Endamê KNK’ê Adem Uzun di 6’ê Cotmeha 2012’an de li Parîsê hate binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Dewleta Fransayê di salên dawî de lez da girtin û binçavkirina Kurdan. Herî dawî 4’ê Kanûnê li Parîs û derdorê wê 3 ciwanên Kurd hatin binçavkirin.
Li gorî daneyên ANF’ê bitaybet ji sala 2007’an û heya niha ji 200’an zêdetir penaberên Kurd ji ber sedemên siyasî ji aliyê polîsên Fransayê ve hatin binçavkirin. Weke din di 2’ê Mijdara 2011’an de Navenda Çanda Kurdan ya Ahmet Kaya ya li Parîsê ji aliyê dadgeha ceza ya Parîsê ve hatibû girtin.