Ji konferansa ciwanan a li Hannoverê banga ji bo Berlînê!

Ji konferansa ciwanan a li Hannoverê banga ji bo Berlînê!

Li bajarê Elmanya Hannoverê, konferansa bi mijara "Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê" di roja duyemîn de ye. Berdevka Koma Atesh Avest Hambûrger di rûniştina îro de axivî û bang li her kesî kir ku piştevahiya gelê Kurd bikin. Hambûrger bang li derdorên çep û demokratîk ên li Elmanyayê kir ku di 16'ê Mijdarê de beşdarî meşa li Berlînê ya li dijî qedexekirina PKK'ê bibin.

"Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê" ya li bajarê Elmanya Hannoverê bi organîzeya gelek komên xwendekaran ve tê lidarxistin, dewam dike. Di rûniştina îro ya konferansê de panêlek bi mijara "Bersivên ciwanan ên li Elmanyayê" pêk hat. Di panêlê de Berdevkên Koma Atesh û Ciwanên Karker ên Sosyalîst ên Elmanyayê pêşkêşî kirin, polîtîkayên mîlîtarîst û zextdar ên Elmanyayê hatin rexnekirin û peyama piştevahiya gelê kurd hat dayîn.

ÇEPA ELMAN HAT REXNEKIRIN

Berdevka Koma Atesh Avesta Hambûrger da xuyakirin ku girînge di navenda têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurdistanê de jin heye û destnîşan kir ku ev yek nîşan die ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê çiqasî pêşverû û demokratîk e. Hambûrger got, "Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi polîtîkayên xwe re pêşî li me vekiriye. Rexneyên wê yên li sosyalîzma reel rast in û di cih de ne. Em beşdarî van rexneyan dibin. Her wiha ji ber ku jin di navenda vê tevgerê de cih digirin û girîngiyeke mezin ji ciwanan re tê dayîn, tevger xwedî kareketereke pêşverû û demokratîk e. Bi taybetî paradîgamaya nû rêbazeke têkoşînê ya em qebûl dikin e. Bi vê yekê re Tevgera Kurd dibe yek ji têkoşînên sosyalîzmê yên li cîhanê kêm tên dîtin."

Hambûrger bang li her kesî kir ku ji ber vê yekê piştgiriyê bidin tevgera Kurd û pesnê têkoşîna ciwanên Kurd a li Elmanyayê da. Hambûrger ragihand ku ciwanên Kurd aktîf û dînamîk in û diyar kir ku ew weke kom xwe nêzî ciwanên Kurd dibînin, lewma bi wan re di nava têkoşîneke hevpar de ne.

Hambûrger nêzîkatiya Tevgera Çep a Elman li Têkoşîna Azadiyê ya Kurd rexne kir û got, "Çepa Elman xwe nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurd nake. Çavkaniya vê ji nîjadperestiya klasîk a Elman tê. Divê xwe ji vê nêzîkatiyê rizgar bikin. Pêwîste Çepa Elman li ser xwe bisekine. Tevgera Azadiyê ya Kurd timî di nava guherîn û veguherînê de ye. Li gorî demê xwe nû dike. Timî rexneyan li xwe digire. Ji ber vê yekê gelek nîqaşên li vê derê tên kirin, gelekî girîng in. Divê ev yekbûyîn dewam bike. Pêşniyara me ew e ku konferansek mîna vê, bi beşdariyeke xurtir li Hambûrgê bê lidarxistin e."

Hambûrger zextên hikûmeta Elman ên li hemberî Kurdan jî şermezar kir û destnîşan kir ku divê qedexekirina PKK'ê bê rakirin. Hambûrger ragihand ku girgînge têkoşîna Kurdan a li dijî qedexeyê bê destekkirin û ji bo meşa 16'ê Mijdarê ya li Elmanyayê banga beşdariyeke xurt kir.

'LI DIJÎ BIÇEKBÛYÎNÊ BANGA TÊKOŞÎNÊ'

Berdevkê Ciwanên Karker û Şoreşger ên Elmanyayê Aram Alî jî da xuyakirin ku Elmanya mîlîtarîst e. Alî diyar kir ku Elmanya xwedî mîrateyeke nebaşe û got, "Elmanya niha jî çekan difiroşe Tirkiye û gele welatên din. Elmanya di rewşa heyî de welatê duyemîn ê cîhanê ye ku di hilberîna çekan de di rêzên destpêkê de cih digire. Divê li dij vê were derketin."

Alî bibîr xist ku Elmanya heman piştî bidawîbûna 2. Şerê Cîhanê ji nû ve dest bi hilberîna çekan kiriye û anî ziman ku Elmanya û hevalbendên wê, ev cîhan bi çek kirine. Alî got, "Ev yek bi tena serê xwe ji bo me sedema têkoşînê ye" û destnîşan kir ku dijderketina vê yekê di heman demê de têkoşîna li hemberî şerê li Kurdistanê ye û di vê ev wiha bê dîtin.

Rûniştinên piştî nîvro yên konferansê dê bi komên xebatên dewam bikin. Di sê komên xebatên de wê mijarên "Polîtîkaya zextê ya Elmanya li hemberî Kurdan dimeşîne", "Roja Elmanya ya di şerê li Kurdistanê de" û "Têkoşîna sosyal û antîfaşîst" werin nirxandin. Konferans dê bi amadekirina danezana encamê re bi dawî bibe.