Ji KON-KURD’ê Konferansa Ciwanên Kurd yên li Ewropayê

Ji KON-KURD’ê Konferansa Ciwanên Kurd yên li Ewropayê

Ciwanên Kurd yên li Ewropayê, li ser bingehê pêvajoya çareseriya demokratîk li hev dicivin. Konferansê Konfederasyona Komeleyên Kurd yên li Ewropayê (KON-KURD) organîze dike.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê KON-KURD’ê ve hatî kirin, Konferansa ku bi ser navê ‘Ciwanên Kurd yên li Ewworpayê pêvajoya çareseriya demokratîk nîqaş dikin’ dê du rojan bidome, di 27-28’ê Nîsanê de were pêkanîn. Konferansa ku dê li bajarê Troisdorf yê Almanyayê pêk bê, dê bingehê rojeva konferansê, di pirsgirêka Kurd de pêvajoya çareseriya demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd di Newroza Amedê de îlan kiribû, cihê ciwanên Kurd yên li Ewropayê û têkildarî pêwîstiyên sazîbûn û rêxistinbûnê nîqaşên çareseriyê dê bên kirin. Weke din taybet jî tespît kirina pirsgirêk û pêwîstiyên ciwanên Kurd yên li Ewropayê yên civakî, perwerde, çand, sportîf û whd, her wiha ji bo çareserkirina van hewildanên çareseriyê. Ev mijar dê ji aliyê ciwanên Kurd yên ji çarperçeyan ji kategoriyên pîşe-civakî hatîn dê bigirin dest û nîqaş bikin.

DÊ DI 2 ROJAN DE 4 PANEL WERIN LIDARXISTIN

Dê têkildarî mijar û rojevê 4 panele werin li darxistin. Li gorî vê di roja yekem ya konferansê 27’ê Nîsanê roja Şemiyê di navbera demjimêrên 12.00-15.00’an de panela binavê ‘Li Kurdistanê rewşa dawî ya siyasî’ dê endama KNK’ê Nîlufer Koç weke axaftinvan tevlî bibe. Di panela duwem ya di heman rojê de bê li darxistin bi ser navê ‘Şoreşa siyasî û civakî ya li Rojavayê Kurdistanê’ dê endamê PYD’ê Şervan Hesen tevlî bibe.

Roja duwem ya konferansê ango 28’ê Nîsanê roja Yekşemê di navbera demjimêrên 10.00-12.00’an de dê panela binavê ‘Ciwanên Kurd yên li Ewropayê’ ku rojnamevan-nivîskar Meral Çîçek wek axaftinvan tevlî bibe dê bê li darxistin. Rûniştina dawî ya konferansê jî di navbera demjimêrên 14.00-17.00’an de ku moderatortiya wan dê ciwan bikin dê têkildarî çareseriyê dîtin û pêşniyarên xwe bînin ziman, her wiha dê nîqaşek serbest were kirin.

JI CIWANAN RE BANGA TEVLÎBÛNA KONFERANSÊ

KON-KURD bang li ciwanên Kurd yên li Ewropayê û Kurdistanê hate kirin ku, tevlî konferansê bibin, her wiha ciwanên ku bixwazin bi dîtin û pêşniyarên xwe sûdê bidin konferansê, ragihand ku ji bo derbarê konferansê de zêdetir agahiyan bixwazin bigirin ew dikarin ji federasyon û komeleyên girêdayî wan bigirin.

Têkildarî navnîşana konferansê jî ev agahî hatin dayîn:

Mehrz weckhalle

Helmholtz Str.

53840 Troisdorf (Friedrich-Wilhelms-Hutte)

Deutschland