Koma Çepgir a Parlementoya Ewropayê (PE) sê siyasetmedarên Kurd ên jin ku li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî. Komê malbata nunera KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) vexwend civîna koma xwe.
Koma Çepgir a Parlementoya Ewropayê, di civîna koma xwe de her sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku roja 9’ê çileyê li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî. Civîn bi dqeyekê rêzigirtina ji bo her sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dest pê kir. Endamên komê yek bi yek hatin ba malbata Dogan û sersaxî jêre xwestin.
Serokê Koma Çepgir Gaby Zimmer da zanîn ku ew vê civîna xwe diyarî her sê jinên Kurd ên ku li Parîsê hatin qetilkirin dikin. Zimmer got: “Divê Franse vê cinayeta hovane aşkere bike û caniyan bidarizîne.” Serokê Koma Çepgir a PE’yê got: “Em ê ji her demê zêdetir piştgiriya bi têkoşîna azadiya gelêl Kurd re bi biryartir bidomînin. Ji baxwazên Kurdan tişta ji destê me bê em ê bikin”.
Zimmer da zanîn ku ew ê ji bo ronîbûna komkujiyê tişta ji destê wan bê bikin û piştre dayik û bavê Fîdan Dogan Fatma û Hasan Dogan, xwîşk û birayên wê, û ji nunerên BDP’ê yên Ewropayê Faik Yagizayi pêşwazî kir. Li vir bavê Dogan, Hasan Dogan axivî û divê tiştên ku koma Çepgir bike vegot.