Ji KJB’ê bo Tirkiyeyê hişyarî: Agir gur nekin!
Ji KJB’ê bo Tirkiyeyê hişyarî: Agir gur nekin!
Ji KJB’ê bo Tirkiyeyê hişyarî: Agir gur nekin!
Koordînasyona Tevgera Jinan a Kurd der barê salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniye da û got ev êrîşên dawî konseptek nû ye. KJB’ê bang li Tirkiyeyê kir ku çeteyên xwe vekişînin û got: “Bila dewleta Tirk vê baş izane ku nêzîkatiya li hemberî Rojava nêzîkatiya li hemberî pêvajoyê ye. Di vê helwestê de israrkirin dê wê jî bişewitîne. Dê wateya gurkirina agir. Divê dewleta Tirk dest ji van polîtîkayên bi xeter berde.
KJB’ê di daxuyaniya xwe dida zanîn ku ev êrîşên dawî bi armanca têkbirina Şoreşa Rojava ye.
KJB’ê got ev konsepeteke nû ye û wiha got: “Di yekemîn salvegera şoreşa Rojava de ev êrîşên pêk tên konsepteke nû ye. Herî dawî li Halepê jin zarok ciwan, kal û pirtî bi sedan kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev jî senaroyekek pir qirêj a hedefgirtina Şoreşa Rojava ye.”
KJB’ê bang li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku demildest deriyên sînor veke û got hêzên çeteyan yên qirêdayî El Qaîdeyê di bin rûpoşa Îslamî de li Rojava bi rêbazên bêexlaq êrîşî gel dike.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Bi hêzbûna yekîtiya gelê Rojava, di serî de ji bo gelên Sûriyeyê û hemû gelê herêmê bû hêvî. Vê yekê jî berjewendiyên hêzên serdest serobino kir. Ji ber vê yekê jî li pişt êrîşan gelek hêz hene. Ev çeteyên ku nekarin saetekê li dijî berxwedana gelê Rojava têbikoşin, bi piştgiriya dewleta Tirk, hêzên herêmî û navneteweyî êrîşan pêk tînin. Her wiha li dijî vê komkujiya hovane bêdengiya raya giştî ya navneteweyî vê rastiyê radixe ber çavan.
DÊ BANDORÊ LI SER PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BIKE
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bêtehemuliya dewleta Tirk a li dijî qezencên gelê Kurd her tim xwe derdixe holê û got: “Tirkiye bi piştgiriya xwe ya dide çeteyan her tim xwe daye xuyakirin. Li Serêkaniyê êrîşî meşa piştevaniya Gelê Rojava re kir. Ev jî nîşaneya wê ye. Binçavkirina Mehmet Ocalan tehdîtek bû. Divê dewleta Tirk baş bizane ku nêzîkatiya li hemberî Rojava li hemberî pêvajoyê ye. Di vê helwestê israr tê wateya gurkirina agir. Divê dewleta Tirk dest ji van polîtîkayên xeter berde. Divê li hemberî îradeya gelê Rojava bi rêz be.
KJB’ê destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji bo azadî û hebûna gelê Kurd dîrokî ye û got: “Gelê Kurd bi salane berdêlên giran dan û îro ruh û hişmendiya yekitiya neteweyî qezenc kiriye. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê me aktîf û bi bandor divê tevli pêvajoyê bibe. Divê her kes ji bo parastina qezencên Rojava bi ruhê serhildanê li dora berxwedana Rojava bibe xelek.
Divê dema ku amadekariyên Kongreya Neteweyî tê kirin de divê hemû partî, rêxistin û saziyên civaka sivîl û Rojava seferber bin û divê Başûrê Kurdistanê demildest deriyê sînor veke û ligel berxwedan Rojava cih bigire.
JI BO BIRANÎNA HEVAL HUSEYÎN
KJB’ê der barê şehadeta endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kadîr Çelîk ku sala borî di 2’ê Tebaxê de şehîd ket de wiha got: “Em hevalê Huseyîn di yekemîn salvegera şehadeta wî de bibîr tînin û di serî de ji malbata wî û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Hevalê Huseyîn ji bo pêşiya pêvajoyê vebibe roleke mezin lîstiye û di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 34 salan de di serkeftina xeta serokatiyê de rolek mezin lîstiye û kedkarekî mezin e. Hevalê Huseyîn di hemû jiyana xwe ya şoreşgerî de li gelek qadên Kurdistanê di şert û mercên dijwar de berpirsyariya xwe bi serketinek mezin aniye cih. Em jî soza xwe ya ku dê şoreşa heval Huseyîn bigihînin serfketinê dubare dikin.”