Ji kesên li Geverê rastî îşkenceya tîmên taybet hatin 4 jê hatin girtin

Li navçeya Colemêrg Geverê, ji welatiyên ku tîmên taybet di serdegirtina şantiyeyekê de ew li erdê dirêj kirin û îşkence li wan kirin, 4 kes hatin girtin.

Li navçeya Colemêrg Geverê ji 52 kesên di serdegirtina şantiyeyeke taybet a li kêleka Balafirgeha Selahaddîn Eyyûbî û malên li derdorê di 5'ê Tebaxê de bi awayekî komî hatin binçavkirin, 4 jê hatin girtin.

Niyazî Bayazît, Îlyas Yorgûn, Metîn Gezen, Kemal Yeklîtaş û Bûrhan Gulcan ên duh êvarê derxistin pêşberî dozgeriyê, ji bo werin girtin sewqî dadgehê hatin kirin. Li dû wergirtina îfadeyan dadgehê bi îdîaya 'gumanbariya xurt a sûcdariyê' der heqê Yorgûn, Gezen, Yeklîtaş û Gulcan de biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê. Bayazît jî serbest hat berdan.

Li gorî agahiyên ji parêzeran hat wergirtin, der heqê dosyayê de biryara 'nepenîtiyê' hatiye dayîn.