Ji KCK’ê soza ‘Seyit Riza’: Kurdistan wê bibe xweser!
Ji KCK’ê soza ‘Seyit Riza’: Kurdistan wê bibe xweser!
Ji KCK’ê soza ‘Seyit Riza’: Kurdistan wê bibe xweser!
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê Seyit Riza û hevalên wî di 76’emîn Salvegera darvekirina wan de bibîranîn û wiha got: “Em di 76’emîn Salvegera qetilkirina Seyit Riza û hevalên wî de cardin soz didîn. Kurdistan wê azad û xweser bibe.”
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê ku bi boneya salvegera darvekirina serokê serhildana Dersimê Seyit Riza û hevalên wî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvkirin, peyamek weşandin û wiha got: “ Em di 76’emîn Salvegera darvekirina Seyit Riza û hevalên wî de bi rêzdarî û minet bibîrtînîn û dewleta Tirk ya ku hê jî ji ber pêkanîna van cinayetan lêbûrînek nexwestiye tûnd şermezar dikîn.”
Di peyama KCK’ê de wiha hate gotin: “ Seyit Riza û hevalên wî hatin darvekirin. Li Dêrsimê komkujiyekî ku di Cîhanêde yek weke wê zû nayê dîtin hate kirin. Ev komkujî îro jî weke komkujiya çandî berdewam dike. Dewleta Tirk a ku di sala 1938’an de celadiya Seyit Riza û hevalên wî kiriye hê jî gûhertinekî bingehîn a di zêhniyeta xwe de çênekiriye. Komkujiya çandî berdewam dike. Heya ku xweseriya Kurdistan û Dêrsimê neyê nasîn, bi nasname û çanda ne jiya û heya ku perwerdeya bi zimanê dayikê pêk neyê wê ev komkujiyane bi dawî ne bin.
Komkujiya Dêrsimê komkujiyekî bi plan hatiye kirine. Plana Şark Islahat û rapora Dêrsimê belgeyên vê komkujiyê ne. Gelê Dêrsim bi şêweyekî heq li hemberî vê komkujiyê li berxwe dane. Xwestine ku nasname û baweriya xwe biparêzin. Ji ber vê yekê ev tekoşîn pîroze. Em hemû zarok, jin, ciwan, kal û heftê hezar kurdên Dêrsimê yên ku di vê tekoşîna pîroz de cane xwe winda kirine bi minetdarî bi bîr tînîn û li pêş wan bi rêzdarî bejna xwe di tewînîn. Ew nirxên me yên ku wijdana me şiyar kirine ku neyêne ji bîr kirine.
Gotinên Seyît Riza yên ku ‘Min nekarî li hemberî hîle û direwên te biserbikevim ev ji bo min bo dert, min jî li pêş te serî ne tewand bila ev jî ji bo te bibe dert’ hêj di hişê me de ye. Seyît Riza û ev gotinên wî pêşengên me yên dîrokî ne. Tevgera Azadiya Kurd bê ku van gotinan ji bîr bike wê heya dawiyê vê tekoşînê berdewam bike û bê gûman wê jiyana azad a Dêrsim û tevayê Kurdistanê wê pêk were. Şehîdên Dêrsimê ne hatine ji bîr kirin. Mezluman, Şiyaran, Dr Baranan, Sarayan,Bêrîtanan û Zîlanan yên berdewamên Seyit Riza û Besêyan bi şêweyekî xwedî derketina li nirxên wan Dêrsim û tevayê Kurdistanê ketiya rewşa hêviya jiyana demokratîk û mirovatiya azad. Tekoşîna azadî û demokrasiyê a li Kurdistanê li Rojhilata Navîn û ji wir jî belavî tevayê Cîhanê bûye û ji bo pêkanîna jiyana azad û demokratîk a mirovahiyê wê erka xwe a sereke bi cih bîne.
Îro agirê azadiyê yê ku li Dersimê dijî heskirina gel a di dilê Seyit Riza ya ku di dema serê wî bilin ber bi serpey darvekirinê ve diçû bi şêweyekî Tekoşîna Azadiyê belav bûye. Hêrsa ku di dema Seyit Riza ber bi darvekirinê ve diçû dijiya îro li çiyayên Dêrsimê weke volkanê ji bo jiyana azad û demokratîk teqiyaye.
Em di 76’emîn Salvegera qetilkirina Seyît Riza û hevalên wî de cardin soz didîn. Kurdistan wê bê gûman azad û xweser bibe. Gelê Dêrsimê wê di Kurdistana azad û xweserde bi nasname û baweriya xwe jiyana xwe ya xweser a demokratîk bi azadî jiyan bike.”