Ji KCK’ê bo pêngava 1’ê Hezîranê daxuyanî

Ji KCK’ê bo pêngava 1’ê Hezîranê daxuyanî

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Hamleya 1’ê Hezîranê daxuyaniyek da û balkişand ser geşedanên Rojavayê Kurdistanê.  KCK’ê  da zanîn ku gelê Rojavayê Kurdistan û yekitiya hêzên siyasî pirsgirêkek girînge û  got cudabûnên navbera wan çi dibe bila bibe divê hêzên siyasî û welatparêz yên Rojava bi hev re tevbigerin.

KCK’ê bi wesîleya 9’emîn salvegera Hamleya 1’ê Hezîrana 2004’an daxuyaniyek da.

KCK’ê wiha got: “ Pêngava 1’ê Hezîranê em pîroz dikin.  Em hemû şehîdên xwe yên mîjarê vê pêngavê ne Erdal, Sorxwîn, Adil, Nûda, Rustem, Çîçek, Alîşêr, Xebat, Mehmet Rojîn û Numan bibîrtînin.  Em soza bilindkirina têkoşîna wan didin û soza welatekî azad didin.

KCK’ê da zanîn di 1’ê hezîrana 2004’an de li dijî konsepta îmhayê ya di çarçoveya komploya navnetewî de hamleyek dîrokî hat pêş xistin û  ji bo pêvajoya tunekirinê ya dijmin bûye bersiveke meizn. KCK’ê wiha got: “Di lêgerîna çaresriya pirsgirêka kurd de pêşveçûnên girîng çêbûn. Gelê me di esas hamleya 1’ê hezîranê de li qadên gerîla û serhildanan çareseriya kurd ferzkiriye. Di vê esasê de ger îro em behsa çaresriyê dikin û em ketibin diyalogê divê em bê zanîn ku bi berxwedan û sekna Rêber Apo û hîmê 1’ê Hezîrê pêk hatiye.  Bi bedel û fedekariya gel ev pêk hatiye ji ber vê jî geşedanên îro berhema 1’ê hezîranê ye.

Gelê kurd îsal 1’ê hezîranê bi hemlek nû pêşwazî dike.  Li hemberî şerê topyekun berxwedanek mezin nîşan de û t êkoşîn azadiyê aniye asteke nû. Îro hamleya ‘Jiyaneke Azad û Rizgariya Demokratîk’ serkeftina vê pêvajoyê teqez dike.  Di vê pêvajoya ku serokatiyê daye de pêkirin de divê jin, ciwan û her aliyê civakê bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê tevbigere û îmzeyê bavêje serkeftinê.

KONFERANSA JINAN A ROJHILATA NAVÎN GELEK GIRÎNGE

KCK’ê balkişand ser yekemîn konferansa jinan a Rojhilata Navîn û got: “Ev konferas ji bo rol û sekan jina azad nîşan dide. Civaka ku jin lê ne azad be, ne mumkune ku têkoşîna azadiyê bigihe serkeftinê. Bê guman di azadiya civakê de rola jinê girînge.  Ji ber vê konferansa îro li Amedê dest pêkiriye gelek girînge û wetadere.

EM BERXWEDANA ROJAVA SILAV DIKIN

KCK’ê balkişand ser geşedanên Rojava Û got: “Li hemberî gelê Kurd yê Rojava êrîşên tund tê kirin. Hêzên ku serkeftina gelê Rojava qebûl nakin êrîşan zêde dikin.  Êrîşên hovane li hemberî qezencên gelê me pêk tîne. Berxwedana gelê me ya li dijî van êrîşan jî gelek girînge. Di serî de gelê me yê Efrînê û hemû gelê me yê Rojava li dora YPG’ê bûne xelek û têkoşînê dimeşînin. Em wan em berxwedana wan silav dikin. Ev berxwedan berxweda azadiyê ye.

Ev pirsgirêkek girîng ya jiyanê ya gelê Rojava û hêzên siyasîne. Di navbera wan de tu cudahî hebin jî dibvê bibin yek.  Divê bin navê Konseya Bilind a Kurd de bibin yek û qezencên xwe biparêzin.

DIVÊ DERIYÊ SELMALKÊ BÊ VEKIRIN

KCK’ê da zanîn gelê Rojava pêwistiya wan bi piştgiryê heye û divê parçeyên din yên Kurditanê  bi gelê me yê wir re bikev nava piştevaniyê û got: “her wiha deriyê sînor yê Sêmalkê ev demeke hatiye girtin. Ev helwesteke şaşe. Divê hikûma Herêma Başûrê Kurditanê dest ji vê rêbazê bedre û derî vekin.”