Ji KCD û BDP’ê ligel komên siyasî yên PE’yê civîna hevpar ya çapemeniyê
Ji KCD û BDP’ê ligel komên siyasî yên PE’yê civîna hevpar ya çapemeniyê
Ji KCD û BDP’ê ligel komên siyasî yên PE’yê civîna hevpar ya çapemeniyê
KCD û BDP dê li gel komên siyasî yên Yeketiya Çep, Kesk û Lîberal yên PE’yê civînek ya çapemeniyê li darbixe. Li Strasbourgê dê civînek ya çapemeniyê bê li darxistin û dê di civînê de Tirkiye, Pirsgirêka Kurd û têkiliyên YE’yê yên rojane bêne dest girtin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) dê li Parlementoya Ewropayê bi komên siyasî yên Lîberal, Kesk û Yeketiya Çepê civînek hevpar ya çapemeniyê li darbixin. Di civîna çapemeniyê ya dê di demjimêr 15.00’an de destpê bike bi ser navê “Têkiliyên YE-Tirkiye û di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de muzekereyên di navbera Erdogan û Ocalan de” were li darxistin.
Di civîna çapemeniyê ku ku Koma Çep ya PE’yê organîze dike, Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk, Nûnerê Ewropayê yê BDP’ê Farûk Dorû, Nûnerê BDP’ê yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay, endamê Koma Çep û Serokê Koma Dostê Kurdan ya PE’yê Jurgen Klute, li ser navê Koma Lîberal Alexandra Thein, li ser navê Keskan jî Helene Flautre dê tevlî bibe.
Hate hînbûn ku, dê di civîna çapemeniyê de nûnerên Kurd di rapora pêşketina Tirkiyeyê ya PE’yê de dê bendewariyên gelê Kurd û pêşketinên di derbarê pêvajoya nû de bînin ziman. Çav lê ye ku nûnerên komên siyasî yên li Parlementoya Ewropayê jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd vegerin pêvajoya muzakereyan berpirsyartiya siyasî ya di keve ser milê wan bînin ziman.