Ji KCD-E daxuyaniya 'Brukselê': AKP bûye belayê serê cîhanê
KCD-E nerazîbûneke tund nîşanî komkujiya li Brukselê da û ji bo têkoşîna li dijî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan banga têkoşîna hevpar kir.
KCD-E nerazîbûneke tund nîşanî komkujiya li Brukselê da û ji bo têkoşîna li dijî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan banga têkoşîna hevpar kir.
Hevserokatiya KCD-E, têkildarî êrîşên danê vê sibehê yên li paytexta Belçîka Brukselê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Erdogan ê kujer û çeteyên wî bûne belayê serê gelê Kurd û cîhanê. Mirovên sivîl ên li paytexta Ewropa Brukselê dijîn, îro rûyê barbar ê terorê dîtine. Em êrîşên li Brukselê bi hêrseke mezin şermezar dikin û dibêjin, ku em li cem gelê Belçîkayê ne. Çawa ku serçeteyê AKP a faşîst Erdogan ê kujer duh Kobanê û HDP hedef nîşan da û piştre li hemberî Kobanê û mîtîngên HDP'ê yên li Amed û Enqereyê êrîş hatin kirin, îro jî li Brukselê li hemberî konê berxwedanê û li hemberî Brukselê êrîş hatine kirin."
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser gefê Erdogan ê li hemberî Belçîkayê ku beriya niha bi çend rojan gotibû 'Ji bo êrîş li hemberî Brukselê neyê kirin ti sedem nîne' û hat destnîşankirin, ku Erdogan û qelemşorên wî yên faşîzan Belçîka hedef nîşan dane.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku têkoşîna gelê Kurd a ji bo mirovahiyê wê li Kurdistan û Ewropayê dewam bike û hat gotin, "Gelê Kurd û gelê Ewropayê divê li hemberî Erdogan ê faşîst û çeteyên wî, bi hev re dakevin qadan, faşîzmê teşhîr bikin û dengê xwe tevlî têkoşîna gelê Kurd a ji bo mirovahiyê bikin."