Ji Îzmîrê bo berxwedana Parka Gezî piştgirî

Ji Îzmîrê bo berxwedana Parka Gezî piştgirî

Bi sedan kesên ku li ser banga Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) hatin gel hev, ‘terora dewletê’ ya li Parka Gezî ya li Stenbolê protesto kirin û ji Îzmîrê piştgirî dan.

Bi sedan kesên li ser banga HDK’ê li ber Sumerbanka berê ya Konakê kombûn sloganên “Her der Takîsme, her der berxwedane” bilind kirin û pankartên “Parastina Taksîmê Parastina Jiyanê ye”.

Cavît Ugur li vir li ser navê HDK’ê daxuyaniy xwend û da diyarkirin ku, ji roja AKP hatiye ser desthilatdariyê heya niha bombeyên gazê dibarîne gel û gelê ji bo Parka Gezî ya Stenbolê berxwe didin silav kir.

Piştre Parlementerê BDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora axivî û got; “Em êrîşa li Parka Gezî ya Taksîmê li ser gelê me û wekîlê me Sirri Sureyya Onder hatiye kirin şermezar dikin.”

Dora da zanîn ku, gel ji ber pêşketinên ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de çêdibin bihêvî bûye, lê bi nêzîkatiyên AKP’ê yên êrîşwarî moralê gel xirab bûye. Dora destnîşan kir ku, “Gava ku têkildarî pêvajoya demokratîkbûyînê hêviyek çêbûye, ev cûre êrîş nayên qebûlkirin. Ji bo gelê me yê rastî êrîşê hatiye derbazbûyî be.”

Dora aşkera kir ku, hikumet ‘li hember derdorê nehişyare’ û wiha axivî: “Li welatên Ewropa ji bo planên bi vî awayî bi referanduma gel têne kirin. Dibe ku ji sedê 50 dengê gel girtibe, lê belê ev mafê hûn tundiyê li ser gel bidin meşandin nade. Hûn nikarin vîna gel tune bihesibînin.” Di daxuyaniyê de Metîn Lokûmcûyê di bûyera Hopayê de jiyana xwe ji dest dayî jî hate bîranîn.

Girseya ku piştre dest bi meşê kirin, derbazî Alsancakê bûn. Girse dê li vir ‘çalakiya nobetê’ pêkbîne.