Ji Iraqê daxuyaniya 'cemidandina encama referandûmê'

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Ibrahîm Caferî, li ser teklîfa cemidandina encama referandûmê got, "Em ê di nav çarçoweya destûra bingehîn de binirxînin."

Wezîrê Karên Derve yê Iraqî Ibrahîm Caferî li ser daxuyaniya PDK’ê ku gotin ew amade ne referandûmê bidin cemidandin ji Moskowê daxuyanî da.

Caferî got li ser teklîfa cemidandina encama referandûmê ew ê "di nav çarçoweya destûra bingehîn de binirxînin."

Caferî got, "Hemû dinya li dij referandûmê bû. Yekîtiya Ewropa, welatên Ereb û Kongreya Welatên Misilman. Lê mixabin Barzanî li ser rawestiya."

Dema ku Caferî ev daxuyanî da Serokwezîrê Iraqê Haydar El Îbadî li Tirkiyê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re rûniştibû.

RÊVEBERIYA BAŞÛR: EM AMADE NE KU BICEMIDÎNIN

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê şevê dî bi derengî gotibû heke êrîşên li ser wan rawestin, hêzên Iraqî û Heşdî Şebî bêhtir bi pêş ve neçin ew amade ne ku referandûma 25’ê Îlonê rawestînin, bicemidînin û dest bi muzakereyan bikin.