Ji Înîsiyatîfa Gel a Rojava banga: Tevlî nava refên YPG’ê bibin
Ji Înîsiyatîfa Gel a Rojava banga: Tevlî nava refên YPG’ê bibin
Ji Înîsiyatîfa Gel a Rojava banga: Tevlî nava refên YPG’ê bibin
Înîsiyatîfa Gêl a Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku, komên çete ên li Serêkaniyê, Girê Spî û herêma Çelaxa li hemberî berxwedana YPG’ê têk çûn, har bûne û bi çekên giran ji duh ve êrîşî hin deveran dikin. Înîsiyatîfê bal kişand ku, ji her demê zêdetir pêdiviya rûmeta Rojavayê Kurdistan û nirxên şoreşa azadiyê bi parastinê heye û bang li hemû ciwanan kir ku, berê xwe bidin navendê YPG’ê û cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin.
Înîsiyatîfa Gel a Rojavayê Kurdistanê di derbarê êrîşên komên çete ên li ser herêmê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji duh êvarê ve ji gelek aliyan ve komên çete dest bi êrîşan kirine û ev tişt hatin gotin:
KOMÊN ÇETE TÊKÇÛN
“Li Tirbespiyê, Serêkaniyê û herêma derdora Rimêlan çeteyên girêdayî Eniya El Nusra hewl dan bi çekên giran deverên Kurdan dagir bikin. Lê ev çeteyên dagirker di encama berxwedana şervanên YPG û lehengiya keç û xortên Rojavayê Kurdistanê de hatin têkbirin. Divê her kes baş zanibe ku îro li ser xaka pîroz a Rojavayê Kurdistanê li hemberî êrîşên komên çete yên dagirker berxwedaneke bi rûmet a man û nemanê tê meşandin. Ji 16’ê Tîrmehê ve di encama vê berxwedanê de bi dehan keç û xortên Rojava yên leheng canê xwe feda kirin û tevlî karwanên şehîdên azadiyê bûn.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, komên çete yên li Serêkaniyê, Girê Spî û herêma Çelaxa li hemberî berxwedana YPG’ê têk çûne har bûne û bi çekên giran ji duh ve êrîşî hin deveran dikin.
BANGA: BI SEFERBERÎ TEVLÎ NAVA YPG’Ê BIBIN
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ji her demê zêdetir pêdiviya rûmeta Rojavayê Kurdistanê û nirxên şoreşa azadiyê bi parastinê heye û ev bang hate kirin: “Îro herêmên me yên herî bixêr û bêr rastî êrîşên hovane yên komên çete tên. Divê were zanîn ku erka parastina van deveran ne tenê ya şervanên YPG’ê ye. Ji ber vê çendê divê gelê me bi ruhê seferberiyê beşdarî vê berxwedana pîroz bibe. Lewma em weke Înîsiyatîfa Gel a Rojava bang li hemû ciwanên Kurd dikin da ku berê xwe bidin navendên YPG’ê û cihê xwe bi awayekî çalak di nava vê berxwedanê de bigirin.”