Ji ÎHD’ê resepsiyona Roja Mafên Mirovan
Ji ÎHD’ê resepsiyona Roja Mafên Mirovan
Ji ÎHD’ê resepsiyona Roja Mafên Mirovan
Ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan ve bi boneya 65. Salvegera pejirandina Beyannameya Mafê Mirovan a Gerdonî resepsiyonek amade kirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 65. Salvegera pejirandina Beyannameya Mafên Mirovan a Gerdonî li Yeketiya Mûlkiyetiyan resepsiyon da. Di resepsiyon ê de Alikarê Serokê Gitşî yê Federasyona Mafên Mirovan a Navnetewî (FIDH) Yusuf Alataş, Sekreterê Giştî yê Vakfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV)
Metîn Bakkalcı, Alikarê Serokê Giştî yê EMEP’ê Fevzî Aydin, Serokê Şûbeya ÇHD’ê yê Enqereyê Murat Yilmaz, Sekreterê Giştî yê Vakfa Çanda Haci Bektaş a Anedolê Sadik Ozkan, nûnerên Partiyên Demokratî yên Gelan, Serokê Giştî yê Destpêkên 78’an Alî Ozkan, Alikarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ayhan Bilgen û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn. Di resepsiyonê de Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ku axivî diyar kir ku îro li ser nirxên mafên mirovan danûstandina fikirê kirîn, ji bo berdewam kirina van nirxan û ji bo parvekirina tekoşîna ku hatiye kirin hatine gel hev, li Tirkiyê ji ber sedema bin pêkirinê mafên mirovan yên ku li herêmê çêdibin nekarîne 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Navnetewî pîroz bikin.