Ji hunermend Ferhat Tunç bo çalakiya Serêkaniyê bang

Ji hunermend Ferhat Tunç bo çalakiya Serêkaniyê bang

Hunermend Ferhat Tunç ji bo meşa piştevaniya bi Rojava re ya li Serêkaniyê bang kir û diyar kir ku divê hunermend xwedî li qezenca li Rojava hatiye bidestxistin, derkevin û pêşî li komkujiyan bigirin û her wiha got;' Rojava ji bo gelên Rojava şanseke mezine.'

Tunç di daxuyaniya xwe de bang li hunermend û rewşenbîran kir û got: “Li Rojava şoreşek tê jiyîn. Kurd dixwazin aştiyê ava bikin. Ne tenê mafên netewî, azadiya jinê jî di seyra vê şoreşê de li Rojhilata Navîn mînake.”

Tunç di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku qezenca gelê Rojava ku bûye çavkaniya hêviyê, ji aliyê çeteyan ve bi rêbazên cuda hewl tê dayîn bişkê û wiha pê de çû: “Ev ne mumkune ku mirov di bin berpirsyariya kurdan de binirxînin. Ev berpirsyariya me hemûyane û divê em pêşî li hewldanên komkujiyan bigirin û xwedî li qezencan derkevin. Bi aliyê mirovahiyê re, berpirsiyar gerdunî ya dike hevpar.

Ligel kurdan divê gelê tirk, rewşenbîr, hunermend gelê Rojava tenê nehêlin û îradeya li berxwedana Parqa Gezî de derketiye holê li Serêkaniyê jî nîşan bidin.”

Tunç bi vê wesîleyê bang li hemû hunermend û rewşenbîran kir ku piştgiryê bidin berxwedana Rojava.