Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!
BI DÎMEN

Ji heyeta HDP’ê, daxwaza ‘Bi lezgîn bikevin tevgerê’ ji rêveberên PE û CPT’yê kirin

Li Strasboûrgê heyeta ku ji rêveber û Parlemeterên HDP’ê pêk tê, îro bi rêveberên Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) re hevdîtin kirin, daxwaz ji CPT’ê kirin ku ‘beriya referandmê’ heyeteke ya lêkolînê bişînin.

 

 

Endamên heyetê yên ku duh ji ber Hevserokên Giştî yên HDP’ê û parlementerên girtî serî li DMME’yê dabûn, îro li Komîseriya Mafê Mirovan a KE’yê bi Nîls Bûîznîeks û Thorbjorn Jagland re hevdîtinek kirin. Di hevdîtina de Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sarûhan Olûç, parlemeter Fîlîz Kerestecîoglû, Ertûgrûl Kurkçu, Mîthat Sancar û Osman Baydemîr, li gel Nûnerê HDP’ê yê KE’yê Fayîk Yagizay beşdar bûn.

HAT DIYARKIRIN KU DAREZADNINA GIRTIYAN NE LI GOR DESTÛRANE

Ertûgrûl Kurkçu yê ku têkildarî hevdîtinan agahî da û diyar kir ku darezandina hevserokan û parlementerên di girtîgehê de li dijî hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye, ev mijar me xiste rojevê. Kurkçu diyar kir ku di heman demê de jî ev pêk anîn li dijî qanûnên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ye jî, ev pêkanîn ‘bê bingehe’.

Ertûgrûl Kurkçu bal kişand ser serlêdana DMME’yê, diyar kir ku li Tirkiyeyê ‘Rê û rêbazên hiqûqê li Tirkiyeyê hatiye bidawîkirin.’ Biryarên di derbarê HDP’ê de hemû bê bingehin. Kurkçu diyar kir ku tevî kû Îdrîs Balûken hatibû emelyatkirin jî hate binçavkirin, her wiha behsa referandûmê jî hatiye kirin.

Kurku destnîşan kir ku zextekî pir dijwar li ser xebatên referandûmê tê kirin, diyar kir ku ev yek li dijî rêgezên PE’yê ye û daxwaz kirine ku divê muxatab di vê mijarê de ‘Bi baldarî tevbigerin’.

BAL HAT KIŞANDIN SER METIRSİYA QETLÎAMA LI XERABÊ BAVA

Di hevdîtinan de Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu bal kişand ser zilm û dorpêça li ser gundê Xeraba Bava yê Niseybînê û agahiyên derbarê binpêkirina mafan, astengkirin, destûrnedayîna ketina heyetan ya ji bo gund pêşkêşkir. Kurkçu diyarkir ku encamdayîna vê dorpêçê zêdetir li ser aliyê binpêkirina mafê mirovan e.

Li aliyê din Ertûgrûl Kurkçu behsa hemû serlêdanan kir û bal kişand ser girîngiya mûxalefetê ya dijî bê mafiyan ya li Tirkiyeyê. Kurkçu diyarkir ku wê tekoşîna mafê mirovan ya li Tirkiyeyê diyar bibe.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir jî ba lkişand ser metirsiya Qetlîama li gundê Xerabê Bava yê Niseybinê û got: "Di daxuyaniyê li KE'ê de, bi taybet ji bo pêvajoya referandûmê bi şêweyekî adîlane derbas bibe girîngiyeke taybet didin pêvajoya referandûmê."

Baydermir diyar kir ku ev dorpêç li pêş çavên hemû cîhanê tê kirin. Baydemir hêvî kir ku ev pêvajoya serdegirtin û qetlîamê dawê lê were baweriya wan hêj heye.

CPT 'DI DEMEK NÊZ' WÊ HEYETEKÊ BIŞÎNE TIRKIYEYÊ

Heyeta HDP'ê piştre bi Komîteya Saziya Pêşîgirtina Êkenceyan (CPT) ên maseya Tirkiyeyê re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de Endamên HDP'ê bal kişandin ser serdegirtin,binçavkirin û êşkenceyên li Tirkiyeyê tên kirin û di vê derbarê de agahiyên herî dawî bi berpirsên CPT re parvekirin.

Heyeta HDP'ê di derbarê rewşa parlamenterên HDP'ê yên girtî û êşkenceyan de agahî dan û ji bo vê jî banga ketina tevgerê ya bi lezgin kir. Di hevdîtina bi berpirsên CPT yê de, berpirsên CPT yê diyarkirin ku ew ji rewşa heyî û mijaran ji nêz ve eleqedar dibin û diyarkirin ku weke Saziya CPT yê wê di demekî nêz de heyetekê bişînin Tirkiyeyê û di derbarê dîrokê de agahiyek zelal nîşan neda.

Endamên Heyeta HDP'ê diyarkirin ku pêwîste delegasyona CPT yê beriya referandûmê were şandin.