Ji HDP'ê pêşniyar nameya lêkolîna 'Herêmên Qedexe'

HDP'ê destnîşan kir ku biryara 'Herêmên Qedexe' ya AKP'ê tê wateya betalkirina demokrasiyê. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ji Meclîsê xwest biryara 'Herêmên Qedexe' ya hikûmeta AKP'ê ya demkî lêkolîn bike.

HDP'ê destnîşan kir ku biryara 'Herêmên Qedexe' ya AKP'ê tê wateya betalkirina demokrasiyê. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ji Meclîsê xwest biryara 'Herêmên Qedexe' ya hikûmeta AKP'ê ya demkî lêkolîn bike.

Balûken di pêşniyarnameya lêkolînkirinê de bal kişand ser şewitandin û valakirina gundan, koçberkirina bi zorê û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên salên 90'î û got, "Di dozên li ser binpêkirina mafên mirovan ên salên 90'î de biryareke bi tenê ya mehkûmiyetê derneketiye û kiryarên pêkanînên derveyî hiqûqê yên wê demê, bi cezanekirinê hatine xelatkirin. Ev yek nîşan dide, ku ev pêvajo hînê neqediya ye."

Balûken da xuyakirin ku di vê dema awî de bi fermana Walîtiyên Agirî, Dêrsim, Şirnex, Riha, Qers, Colemêrg û gelek bajarên din, herêmên li gel qedexekirî hatine îlankirin û hat destnîşankirin, ku di encama van pêkanînan de Tirkiye wê nebe cihekî hîn bi ewle, berevajî wê hîn bêhtir mafên mirovan, hiqûq û aştiya civakî lê were binpêkirin.

Balûken anî ziman ku waliyên ser bi hikûmeta demkî, biryarên ku destûra bingehîn jî betal dikin werdigirin û da zanîn ku li hemberî vê rewşê girîng e Meclîs bikeve dewrê.

Balûken got, "Lewma, ji bo lêkolînkirina asta hiqûqî û siyasî ya ragihandina herêmên qedexe yên ji aliyê hin walîtiyan ve hat îlankirin, em dixwazin Lêkolîna Meclîsê were vekirin."