Ji Hafez ê bi Davûtoglû re hevdîtin kir, daxuyaniya şerê li dijî Kurdan!
Ji Hafez ê bi Davûtoglû re hevdîtin kir, daxuyaniya şerê li dijî Kurdan!
Ji Hafez ê bi Davûtoglû re hevdîtin kir, daxuyaniya şerê li dijî Kurdan!
Li êrîşên çeteyên Artêşa Azad û El Qaîde yên li dijî Rojava, Meclîsa Tirkmenên Sûriyê ya bi piştgiriya Tirkiyê jî zêde bû. Serokê Meclîsa Tirkmenan Semîr Hafez ê çend roj berê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Davûtoglû re hevdîtin kir anî ziman ku ew bi 5 yekîneyan re li dijî Kurdan şer dike. Balkêşe ku Hafez got, "Em dixwazim di çarçoveya polîtîkayên hikûmeta Tirk de tevbigerin."
Serokê Meclîsa Tirkmenên Sûriyê Samir Hafez ê bi piştgiriya Tirkiyê, da xuyakirin ku ew bi 5 yekîneyên xwe yên li nava refên Artêşa Azad li dijî Kurdan şer dikin. Samir Hafez ji Today's Zaman re axivî û îdîa kir ku ji ber Kurd dixwazin rêveberiya xwe ya cewherî ava bikin, ew li dijî wan şer dikin.
Hafez got, "Li Sûriyê em li dijî otonomiya Kurd in. Ya kê be bila be, dewleteke serbixwe ya li ser axa Sûriyê, li dijî berjewendiyên Sûriyê ye. Em alîgirê yekparebûna axa Sûriyê ne."
Eniya Tirkmenên Sûriyê di meha Adarê de li Tirkiyê hatibû avakirin û ji bo serokatiya wê jî Samir Hafiz hatibû diyarkirin. Piştî ku gelê Kurd ê li Rojava dabû xuyakirin ewê rêveberiyên xwe yên xweser ava bikin, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû di 18'ê Tîrmehê de bi Hafez re hevdîtin pêk anîbû.
'EM DIXWAZIN DI ÇARÇOVEYA POLÎTÎKAYÊN TIRK DE TEVBIGERIN'
Hafez di daxuyaniya xwe ya îro ya li rojnameya Hurriyetê de îdîa kir ku ew dixwazin artêşek nû ava bikin. Hafez got, "Li ser artêşa me, wê zêdeyî 200 payebilindên ji artêşa Sûriyê reviyane, hebe. Tûggeneral, general, albay heen. Armanca me ya bingehîn parastina herêmên xwe, Heleb, derdora wê û Lazkiye ye."
Hafez diyar kir ku hejmara artêşa wan wê bi qasî yek ji çar pareyên YPG'ê be û li xwe mikurhat ku dixwazin li gorî polîtîkayên Tirkiye diyar bike, tevbigerin:
"Di nava mehekê de me li 'Heyeta Kurd a Bilind' li bakurê Helebê gelek hevdîtin kirin. Me ji wan re sê xalên bingehîn gotin; Ya yekemîn, ji kar û barên gefê li ewlekariya Tirkiyê dixun dûr bisekinin, Ya duyemîn; bi rejîma Esad re hevkariyê nekin, ya sêyemîn jî xweseriyê nexwazin, bila destpêkê parlamento ava bike."
Wan jî ev pêşniyar li me kirin: "Li cihê Tirkmen zêdene Kurd kêm in bila kontrol di destê we de be, li cihê Tirkmen kêm in Kurd zêde ne bila kontrol di destê Kurdan de be. Me hînê bersivek nedane wan. Ji ber ku em dixwazin di çarçoveya polîtîkayên hikûmeta Tirk de tevbigerin."