Ji Grup Yorum re 36 sal cezayê girtîgehê
Ji Grup Yorum re 36 sal cezayê girtîgehê
Ji Grup Yorum re 36 sal cezayê girtîgehê
Li 6 endamên Grup Yorum re, bi hinceta "li ser navê rêxistinê sûç kirine" û "bê destûr xwepêşandan kirine" 36 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birrîn.
Di rûniştina doza li 15. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de, endamên Grup Yorum ên girtî Seçkîn Taygûn Aydogan, Cemray Baş û Melîs Çîtlîoglû, endamên ne girtî Eser Morsumbul, Gurkan Turkoglû û Haza Kaya amade bûn. Dadgehê ji endamên Grup Yorum xwest gotinên xwe yên dawî bêjin û li ser vê yekê, hemû endamên komê tewambariyên li wan tên kirin red kirin û xwestin serbest bên berdan. Endamê komê Seçkîn Taygûn Aydogan di axaftina xwe de got, "Ew wêneyê di çalakiyê de hatiye girtin û îddîa dikin ku ez im, dişibe herkesî. Di rapora Tipa Edlî de bi vî wêneyî tesbît nikare bê kirin. Ji xwe polêsên ez kirim binçavan li gel min nîqaş dikirin û ji hev re gotin "Di xwepêşandanê de ev hebû, ev tinebû." Ji ber ku qeyda min li emniyetê hebû, min kirin binçavan."
Heyeta dadgehê der heqê dozê de biryara xwe da û li endamên Grup Yorum Eser Morsumbul, Cemray Baş, Gurkan Turkoglû, Seçkîn TaygÛn Aydogan, Melîs Cîddîoglû Û Haza Kaya bi hinceta "endamên rêxistinê ne û bi hev re li ser navê rêxistinê sûc kirine", "Di 13'ê Mijdara sala 2011'an de xwepêşandana bê destûr kirine" û "Ji ber kevir avêtine polêsan zerar dane derdorê" her yek li wan 6 sal û 15 roj cezayê girtîgehê birrî.
Heyeta dadgehê, doza li dijî endamên komê bi hinceta "propaganda rêxistinê kirine" paşve xist. Her weha 3 endamên komê yên girtî jî, ji ber cezayê girtine û dema di bin çavan de mane, serbest berda.