Ji girtiyên PKK-PAJK'ê peyama '4'ê Nîsanê'

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek şandin.

Li ser navê girtiyên ji doza PKK-PAJK'ê yên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê Denîz Kaya, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek şand.

Nameya ku bi sernavê "Roja ronahiyê, wateyê û azadiyê pîroz be" dest pê kir û wiha dewam kir: "Em rojbûna Rêberê xwe, di nava rewşeke ku tecrîdeke giran li ser Rêberê me heye û faşîzm li dijî gelê me tê meşandin, pêşwazî dikin. Hêrsa me ya mezin a li dijî vê yekê, xemgîniya me ya kûr û êşa mezin a ji ber hevrêtiya kêmmayî, li ser me ferz dike ku em vê rojê hê bi kûrtir fêhm bikin.

Paradîgmaya mirov û jiyana azad a Rêberê me, çiqasî pêk hat, ewqasî watedar dibe, hêza wê ya mezin a azadkirinê tê fêhmkirin û hîskirin. Ev sira azadiyê ya jidayikbûnê, ku di destpêkê de bi gotinekê, bi redkirin û tespîteke wêrek a civakî de xwe nîşan da, li Rojavayê Kurdistasnê, li Mezopotamya û gelemperiya Anatoliyê, bi asta ku bandorê li hêzên pêşverû yên cîhanê dike re bûye namzet ji çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên mirovahiyê yre, bûye çavkaniya sereke ya îlham û hêviyê."

Di dewama nameyê de hat ragihandin, weke gel û jinên Kurd, cîhanek bêyî jidayikbûna Rêbertî, wê cîhanek bê Kurdistan, bê Kurd, bê rûmet, bê azadî, bê ked û hebûnek 'bê wate' bûya.

Nameyê wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê, em dibêjin jidayikbûna Rêberê me jidayikbûna me ye. Lewma em dibêjin jidayikbûna Rêberê me hilatina roja azadiyê li ser siberoja mirovahiyê ya li Mezopotamya û Anatoliyê ye. Rojbûna Rêberê me li hemû mirovahiyê pîroz be. Em bang li gelên xwe, bi taybetî jin û ciwanan dikin, ku xwedî li Rêberê xwe derkevin, felsefeya wî ya azadiyê di kesayet û her kêliya jiyana xwe de bi cih bînin."