Ji girtiyên MLKP’ê bo Rojava kampayaya piştgiriyê

Ji girtiyên MLKP’ê bo Rojava kampayaya piştgiriyê

Ggirtiyên ji doza MLKP’ê yên girtîgehên Tikriyeyê diyar kirin ku dê du mehan ji hewcedariyên xwe kêm bikin û bi gelê Rojhilatê Kurdistanê ve bikevin nava piştevaniyê.

Li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê li ser navê girtiyên MLKP’ê (Partiya Komunîst a Markîst û Lenînîst) Hasan Polat daxuyaniyek da û bang kir ku divê bi gelê Rojava re di warê aborî û siyasî de din ava piştevaniyê de bin.

Polat diyar kir ku dewleta TC’ê ji berê de li ijî statuya xweser ya fiilî ya li Rojavayê Kurdistanê avabûye, bûne û wiha got: “ Kurdan bi wesîleya çeteyên hevkar yên ku dewleta dewleta Tirk bi rêxistin kirin qedera xwe girtin destê xwe. Her wiha Komara Tirk hewl dide ku statuya şoreşger- demokratîk a gelên din bigire dest û êrîşê gel kirin.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Çepera şoreşê ya ku gelê kurd li rojavayê Kurdistanê qezenc kiriye, mewziya hemû bindestên herêmê ye. GeLê bindest qedera xwe bi destê xwe girtin destê xwe û ev mînakek bi nirx û riya şoreşê ye. Komara Tirk ya mêtînger û emperyalîst ji ber vê yekê êrîşê Rojava dike.”

Polat jî diyar kir ku ew jî li djî hemû êrîşên mêtînger yên dê bi gelê Rojava re din ava piştevaniyê de be û destnîşan kir ku dê du mehan ji hewcedariyên xwe qut bikin û ji wan re bişînin.

Her wiha Polat bang li hemû aliyên şoreşger kir ku bila bi gelên rojava re di nav piştevaniyê de be û xwedî li qezencên wan derkevin.