Ji girtiya nexweş Koçlu re azadî hat xwestin

Ji girtiya nexweş Koçlu re azadî hat xwestin

Komîsyona Girtiyên Nexweş ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 88'an de çalakiyên Tîpa F pêk anî. Komîsyonê bal kişand ser girtiya Berxwedana Parka Geziyê Burcu Koçlu ku nexweş e û xwest Koçlu serbest bê berdan. 

Endamên Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikşîne ser girtiyên nexweş û girtîgehên tîpa "F" di hefteya 88'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalika xwe berdewam kirin. Komê di çalakiyê de pankartên "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên tîpên F bên girtin" û "Em li girtîgehan mirinê naxwazin bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û "Mirov bi mafên xwe mirov e" vekirin. Disa komê wêneyên girtiyên nexweş rakirin û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Komê bê navber siloganên "Bila girtiyên nexweş bên berdan û "Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibe" û "Bila Burcu Koçlu serbest bê berdan" qêr kirin. 

Di vê çalakiyê de hevseroka HDP'ê Sabahat Tuncel, Hevserokê BDP'a Stenbolê Emrullah Bingul, Serokê TUAD'ê yê Stenbolê Recep Belek û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li ser Girtiya nexweşê Myasthenia Gravis a ji sedî 52 astengdare û li Girtîeha Şakranê ye Burcu Koçlu rawestiyan. Hevseroka HDP'ê Sabahat Tuncel, anî ziman ku berdana nexweşên girtî pirsgirêkek wîcdanî ye û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. 

Serokê Komisyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Umît Sezer, jî anî ziman ku Saziya Tipa Edlî edalet û bê alîtiya xwe winda kiriye. Sezer, anî ziman ku niha li girtîgehan ji 544 girtiyan 163 girtî nexweşên giranin Sezer, da zanîn ku li Girtîgeha Şakranê ya Jinan nexweşa ji sedî 52 astengdar Burcu Koçlu li gel halê xwe yê nivîşkaniyê nayê berdan û xwest bi lezgîn Koçlu serbest bê berdan. 

Endamên BDSP'ê jî ji bo balê bikşînin ser rewşa Burcu Koçlu li ber Lîseya Galatasarayê kom bûn û xwestin Koçlu serbest bên berdan. 

Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.