Ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag ji bo Şengal alîkarî
Ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag ji bo Şengal alîkarî
Ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag ji bo Şengal alîkarî
Girtiyên siyasî û hin girtiyên edlî yên li girtîgeha Tîpa F hejmar 2 a Tekîrdag de dimînin 2 hezar TL alîkariya pereyan ji zarokên Şengalî yên ji ber komkujiya çeteyên DAIŞ warên xwe terk kirin re şandin. Girtiyan banga, “Divê tevahî raya giştî ya demokratîk ji birîna gelê Şengalê re bibe merhem” kirin.
Li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Tekîrdag girtiyên ji doza PKK, MLKP, MKP, Biryargeha Şoreşgerî, Vegûhertina Şoreşgerî, TKEP/I, TKPM /L û hin girtiyên edlî ji bo zarokên Şengalî yên ji ber êrîş û komkujiya çeteyên DAIŞ warên xwe terk kirin 2 hezar TL pere alîkarî dan. Girtiyan pereyên ku di nav xwe de kom kiribûn radestî Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz ê duh çûbû serdana girtiyan kirin, girtiyan bi rêya Sariyildiz daxuyaniyek nivîskî dan raya giştî. Girtiyan diyarkirin ku hêzên paşverû yên li herêmê û hêzên emperyalîst ên navneteweyî Rojhilata Navîn veguherandine gora gelan û baweriyan û wiha dewam kirin: “Di tevahiya dîroka desthilatdariya hêzên serwer de gel û çînên bindest rastî komkujî û zextan hatine. Ji wan a herî dawî jî 3’ê Tebaxê li Şengalê rû da. DAIŞ ku hespê Truva yê hêzên paşverû ye, di qirkirina li hemberî Kurdên Êzidî de bi hezaran kes bi awayekî hovane qetilkirin, bi hezaran jin revandin û bi sedhezaran mirov jî neçar man cih û warên xwe terk bikin. Ev êrîşên li dijî gelan, kedkaran û baweriyan tên kirin bi piştgiriya hevpar a hêzên bindest dikarin bên paşvexistin. Zarokên şoreşger ên Kurd, Ereb, Sûryanî, Ermenî, Tirk û gelên din ku xwedî li şoreşa Rojava ya jiyaneke azad û xweser ava dike derketin çavkaniya hêviyên me ye. Li Rojava yê li dijî tifaqa hêzên paşverû yê bi ser bike wê îradeya hevpar be.”
Girtiyan anî ziman ku tevî derfetên xwe yên kêm jî xwestin destê xwe dirêjî gelê Şengalê bikin û ev bangawazî kirin: “Divê tevahî raya giştî ya demokratîk ji birîna gelê Şengalê re bibe merhem. Roj roja yekîtî û piştevaniya ji bo birîna hevpar a gelan ji Şengalê re ye .”