Ji Gaziyên Kurdistanê banga tevlîbûna Kampanyaya ji bo Rojava

Ji Gaziyên Kurdistanê banga tevlîbûna Kampanyaya ji bo Rojava

Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê  ya Ewropayê ji bo kampanyaya ku dê di 1’ê Sibatê de ji bo alîkariya Gelê Rojavayê Kurdistanê bê destpêkirin bang kir. Gaziyên Kurdistanê wiha got: “Divê em piştgiriyê bidin kampanyaya piştevaniyê ya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê.  Ev pêwistiya mirovahî û xwedî wijdanbûnê ye.  divê em tevlî kampanyayê bibin û nîşan bidin Gelê Rojava ne bi tenê ye.

Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê a Ewropayê  bi wesîleya kampanyaya ku ji aliyê saziyên Kurd ve di 1’ê sibatê de tê destpêkirin ya bo Gelê Rojava Kurdistanê danezanek weşand.

Di danezanê de geşedanên li  Rojavayê Kurdistanê ji 19’ê tîrmehê heta niha hat nirxandin û hate diyar kirin ku, şoreşa li Rojava bi taybet ji aliyê dewleta tirk ve hewl tê dayîn ku bê fetisandin. Di danezanê de wiha hate gotin: “Dewleta tirk bi hevkariya komên çete re êrîşan pêk tîne û ligel vê ambargo jî daye ser gel û hewl dide şoreşê vala derxîne û gel teslîm bigire. Çete tên bikaranîn û  tê xwestin şoreşa Rojava bê provakekirin û ji hêzê bê xistin. Li aliyê din jî bi ambargoyê gel berbi birçîbûnê ve dibin.

Gelê Rojava heta niha xwedî li her sê parçeyên Kurdistanê xwedî derketiye û bi hezaran şehîd dane û bi hezaran gaziyên wan hene.  Gelekî fedakare. Îro jî bi berxwedana bi heybet ciwanên wan yên pakrewan şehîd dikevin.  Em wekê gaziyên Kurdistanê  diyar dikin k udi vê pêvajoya dîrokî de em ligel wane û em ji tu fedakariyê xwe nakêşin.

Şoreşa Rojava Şoreşa Kurdistan û Rojhilata Navîne.  Parçeyên din yên Kurdistanê divê teqez piştgiriyê bidin vê.”

Di danezanê de balkişandin ser kampanyaya piştgiriya bi Gelê Rojava û wiha hat gotin: Kampanya di 1’ê sibatê de li Ewropa û her çar parçeyên din dê bê meşandin. Kampanyaya bi pêşengiya Saziya Alîkariya Kurdistanê hatiye dest pêkirin, divê hemû kes tevli bibe. divê em nîşanê hemû cîhanê bidin ku gelê me ne bi tenê ye. divê hemû rêixstin, sazî, lijne û kes bi îradeya xwe piştgiriyê bide vê.  Roja roja hîstiyariya netewî ye. Roj roja xwedî derketina li Gelê Rojava  ye.”