Ji fermandarên QSD'ê Felat li konferansa Romayê axivî

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Rojda Felat li paytexta Îtalya Romayê di konferansa konfederalîzma demokratîk de axivî.

Konferansa ku roja Înê dest pê kir û îro bi dawî dibe, bi beşdariya akademîsyenên ji gelek deverên dinyayê pêk tê.

Bi navê QSD'ê Rojda Felat beşdarî panela "Mifteya şoreşên civakî: azadiya jinê" bû.

Felat bi taybetî bal kişand ser destketiyên dîrokî yên li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê hatin afirandin û got, "Şerê li Kobanê bandor li tevahiya dinyayê kir."

Felat anî ziman ku ev navneteweyîbûn erênî ye û destnîşan kir ku YPJ jî bi vî rengî hîn xurtir bûye.

Felat got, "Jinên Kurd bi rastî jî mînaka lehengiyê nîşan dan" û diyar kir, gelekî girîng e ku îradeya jinê hate nîşandan.

Felat ji beşdarên li konferansê û raya giştî ya navneteweyî re axivî û got, "Divê hîn bêhtir piştevaniya YPJ'ê bê kirin."

Felat ragihand ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê hîn jî didome û metirsî heye ku DAÎŞ ji nû ve derkeve holê û got,ş "Hevalên me li her qadê parastina gel dikin."

Felat şervanên jin ên enternasyonalîst bi bîr anî û got, "Daxwaza wan afirandina jiyaneke hevpar û azad bû."

Felat ragihand, ew bi hev re dikarin jiyaneke bi rûmet û azad ava bikin û axaftina xwe bi gotina "Jin jiyan azadî, bê serok jiyan nabe" bi dawî kir. Piştî axaftina Felat beşdaran jî dirûşma "Jin jiyan azadî" qîriyan.

Panela Jineolojiyê jî bi beşdariya ji Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê Haskar Kirmizigul, ji Tevgera Jinên Kurd Hanim Engîzek, ji Tevgera Femînîst a Îtalyayê Gîada Bonû û Seroka Giştî ya ARCI Francesca Chîavaccî pêk hat.

 Haskar Kirmizigul qala Jineolojiyê kir. Kirmizigul bi taybetî zanistiyên civakî yên heyî rexne kir, ku jinê ji nedîtî ve tê. Kirmizigul destnîşan kir, ku ji bo aqûbeta şoreşên din ji bo jinê dubare nebe pêwîstiya wan bi zanistiya jinê heye.

Kirmizigul got, "Armanca jineolojiyê mayindekirina têkoşîna me ya 40 salî ye" û anî ziman ku sîstema konfederal li her qadê bi rengekî xweser hatiye birêxistinkirin û got, "Nabe ku rêxistiniya jinê tenê bi Rojava bê bisînordarkirin."

Kirmizigul her wiha qala rêxistinbûna Rojava ya li derdora Jineolojiyê kir.