Konferansa konfederalîzma demokratîk di roja 3'emîn de ye

Konferansa konfederalîzma demokratîk ku di çarçoveya fikrên Rêberê Gelê Kurd Ocalan de li paytexta Îtalya Romayê pêk tê, di roja sêyemîn û ya dawî de ye.

Ji Amerîka Başûr, Îngilistan, Efrîka Başûr û Fîlîpînan, her wiha ji gelek herêmên din ên dinyayê akademîsyen tevlî konferansê bûn.

Di destpêka roja sêyemîn a konferansê de panela bi navê "Mifteya şoreşên civakî; azadiya jinê" pêk hat.

Bi navê QSD'ê Rojda Felat û bi navê Tevgera Jinên Kurd Hanim Engîzek, ji Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê Haskar Kirmizigul, ji Tevgera Femînîst a Îtalyayê Gîada Bonû û Seroka Giştî ya ARCI Francesca Chîavaccî weke qiseker beşdarî konferansê bûn.

Hanim Engîzek bal kişand ser girîngiya dîrokî ya têkoşîna jinê û konfederalîzma demokratîk û qala koka dîrokî ya newekheviya jin û mêr kir.

Engîzek diyar kir, sîstema bi serweriya mêr a heyî "şerê li dijî şoreşa jinê ye" û got, navê dewletê, hiyerarşî û kapîtalîzmê li vê sîstemê hatiye kirin.

Engîzek got, "Em pirsgirêka azadiya jinê weke azadiya jinê, azadiya çînan û gelan dibînin."

Tê payin ku di roja dawî ya konferansê de sê panel pêk werin. Ji Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Enver Muslim wê projeya "Xweseriya Demokratîk" a li Rojava vebêje.

Ji Katalonyayê Janet Sanz der barê ezmûna şaredarvaniya li Ewropayê û bajarên raperîner, Hevserokê Tevgera Azadî ya Başûrê Kurdistanê Mûhammed Abdalla Awl der barê dagirkeriya dewleta Tirk de pêşkêşiyê bikin.

Her wiha wê der barê pêwîstiya tora berxwedanê ya li Ewropayê, berxwedana xwecihiyan, stratejiya Ocalan û konfederalîzma demokratîk ku alternatîfa netewe dewletê ye panelk pêk were. Nivîskar rojnamevan Debbîe Bookchîn, rojnamevan Ferda Çetîn, ji Îtalyayê Gîûesppe Caccîa, ji Meksîkayê Marîbel Cervantez Crûz tevlî bibin. Ji parêzerên Ocalan Newroz Ûysal, parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û ji kampanya azadî ji Ocalan re rêveberên kampanyayê yên Îtalyayê wê tevlî bibin.