Ji femînîstên Îtalyan bo jinên Kurd banga piştevaniyê

Ji femînîstên Îtalyan bo jinên Kurd banga piştevaniyê

Li Îtalyayê tevgera femînîst a proleter li gelek bajarên welat çalakiyên 25’ê Mijdarê pêk anîn û banga piştevaniya ji bo jinên Kurd kir.

Li Îtalyayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şîdeta li hember Jinê di çalakiyên ku pêk hatin de piştevaniya bi jinên Kurd re derket pêş.

Tevgera Femînîst a Proleter bi çalakiyên ku li gelek bajaran pêk anîn, piştevaniya bi jinên Kurd re veguherî platforman.

Di daxuyaniyên ku hatin de jî hat diyarkirin ku li her cihên ku şîdet rû dide divê têkoşîna jinê bê bilindkirin. Ji bajarên Roma, Toronto, Mîlano û Torîno tevlîbûn zêde bû.

Di van çalakiyan de berxwedana Kobanê hat silavkirin.

Li aliyê din jî televîzyona dewletê RAÎ 3 jî  der barê kampên Pirsûsê de agahiyên kurt kir û banga piştevaniyê kir.