Ji Ewropa heta Kanadayê, çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Li Elmanya, Awûstûrya û Kanadayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi beşdariyeke girseyî çalakî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajarên Frankfûrt, Offenbach, Hanaû, Gîessen, Russelsheîm û Maînzê dijîn, duh danê êvarê li ber stasyona trenê ya Frankfûrtê li hev civiyan û dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de bi armanca şermezarkirina tecrîdê pankart hatin vekirin û posterên Ocalan hatin hildan. Çalakger heta meydan Romerê meşiyan. Li vir jî mîtîngek hate lidarxistin. Qisekeran destnîşan kirin, ku heta azadiya Ocalan ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Bi heman armancê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng li ber avahiya Opera ya Viyanayê pêk hat.

Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn bi heman armancê daketin qadan. Çalakî ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve hate organîzekirin.

Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûn, belavokên ji bo azadiya Ocalan belav kirin.