Ji Erdogan daxuyaniyên dijberiya PYD û çareseriyê
Ji Erdogan daxuyaniyên dijberiya PYD û çareseriyê
Ji Erdogan daxuyaniyên dijberiya PYD û çareseriyê
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê di vegera ji Afganîstanê de li balafirê bersiv da pirsên rojnamevanan, bi awayekî vekirî dijminatiya Kobanê kir û di mijara pêvajoya çareseriyê de jî peyamên neyînî da. Erdogan PYD weke "terorîst" îlan kir û aciziya xwe ya ji Kobanê bi awayekî vekirî nîşan da.
Serokkomarê Tirk Erdogan ê ji rojnamevanan re axivî, li dijî dayîna çekan a ji bo PYD'ê derket û PYD "terorîst" îlan kir.
PYD "TERORÎST" ÎLAN KIR
Erdogan got, "Di rojên dawî de tiştek li derdorê digere. Çiye ew? Dayîna alîkariya çekan ji bo PYD'ê û bi desteka çekan a ji bo PYD'ê re tê xwestin li dijî DAIŞ'ê ji vî alî ve eniyek bê avakirin. Başe lê PYD niha ji bo me mîna PKK'ê ye, ew jî rêxistineke terorê ye. Gelekî şaş e ku bê hêvîkirin em ji daxwaza vekirî ya Amerîka ku di NATO'yê de em bi hev re ne ya ji bo rêxistineke terorê bêjin 'erê'. Hêviyeke bi vî rengî ya ji me, ne pêkane. Ji tiştekî bi vî rengî re em ê nebêjin 'erê."
DEMA PYD TÊ GOTIN, ACIZ DIBE
Erdogan got, "Niha divê em hinekî rasteqîn bin" û axaftina xwe wiha dewam kir; "Dema 'PYD' tê gotin, ez hingî, weke berpirsyarê 77 mîlyonan bi awayekî cidî ji vî karî aciz dibim. Weke ku, em dibînin ew kesên bi navê 'Xwedîderketina li Kobanê' welatê min tevlîhev dike, li pêşberî kuştina 250 hezar mirovên li herêmên derveyî Kobanê hatin kuştin, xemsar in. Ji vê derê, weke Tirkiyeyê me deriyên xwe ji mirovên ji Ayn el Arap yanî ji Kobanê hatine negirt, me deriyên xwe vekir û niha nêzî 200 hezar mirov li welatê me ne. Hînê wê çi bike ev desthilatdarî? Ya ku divê bê kirin hat kirin."
Li ser pirsa "Agahî hatiye ku DAIŞ xwe ji Kobanê vedikişîne?" Erdogan aciziya xwe ya ji Kobanê anî ziman:
"Agahî tên, em vana digirin, van agahiyan. Li aliyekî vedikişin lê li aliyekî din jî cihekî din dagir dikin. Ji bilî van hemûyan, 'divê pirsa çima îleh Sûriye, îlle Kobanê were pirsîn'. Yek ji sê parên Iraqê çû, gelo ev çima ji yek ji sê parên Iraqê aciz nabin. Hema dibêjin Kobanê, çima? Ev manîdar e."
PEYAMÊN DIJBERIYA ÇARESERIYÊ
Erdogan, li dijî nêrîna "pêşengê muzakereyê" jî derket, ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ketibû rojevê û di mijara sererastkirina mercên ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî peyamên neyînÎ da.
Erdogan wiha axivî: "Mirovekî bi cezayekî ragirtina heta hetayê yê girankirî mehkûm bûye, heye. Ji bo başkirina mercên ragirtina vî însanî, çi divê bê kirin vê dewletê kiriye. Ji vê û wêdetir ji xwe tiştekî din nabe. Herhal em ê rabin jê re vîllayeke taybet nedin. Lê niha li wir ji xwe 2 odeyên wî hene, ji bilî odeyan televîzyon heye. Ti ji van tinebû, di dema desthilatdariya me de me ev da. Ji bilî vê, derfetên xwe hene ku bi 5 mehkûmên din ên li wir re hevdîtinê bike, ji bilî van divê çi bê kirin!"
"Pêşengê muzakereyan û her wekî din, tiştê miîna vê. Ev xeteriyeke gelekî mezin e, şaşitiyeke gelekî mezin e. Şêwirmendê me yê îstîxbaratê diçe, ji xwe mijarên divê pê re bê nirxandin, dinirxîne. Lê belê di dema dawî de hin tişt hatin guhertin. Niha hûn dibînin Îmrali di rewşeke cuda de ye, çiya di rewşeke cuda, nûnerên li parlamentê di rewşeke cuda de ye. Li cihekî cihêbûn, parçebûnek bi vî rengî heye de, rewşa yên welatê min tevlîhev dike, li holê ye."
"Sibê wê Serokwezîrê me bi mirovên aqilmend re hevdîtinê bike, di nava hefteyê de em ê bi wan re axivin, hevdîtinê bikin. Weke Serokkomar nêrîna min, bi tecrûbeya min a 11 salan ev e. Berfirehkirine nizanim çiye. Ji xwe çiqasî hatiye berfirehkirin hatiye kirin. Derfet, her tişt hatiye dayîn. Di nuqteya tenduristiyê de, tedawî bêyî astengiyê tê kirin."
Erdogan li ser îdîayên veguhastina Ocalan ji bo girtîgeheke din got, "Pirsgirêkên di vî warî de cuda ye. Bala xwe bidinê, ew der ne girtîgeh e."