Kampanyaya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hatiye destpêkirin, li çar aliyên cîhanê dewam dike. Endamên Kongreya Flipinê Teddy Casino, Rafael Mariano û April Valentin Montes jî destek dan kampanya îmzeyan.
Kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” ya ku di qada navneteweyî de, 6’ê îlona 2012 li paytexta Ewropa Brukselê hate destpêkirin, li seranserê cîhanê belav dibe. Li gorî nûçeyek a Stêrk TV, Endamên Kongreya Filîpînanê piştgirî dan kampanyaya.
TEDDY CASINO
Endamê Kongreya Flipinanê Teddy Casino diyar kirk u ew bi destekdayina vê kampanyayê daxwazên demokratîk yên gelê kurd destek dikin. Casino wiha axivî; “Divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Ji bo karibe di pirsgirêka Kurdistan û Tirkiyê de rola xwe bilîze, divê ji bo Ocalan derfet bên afirandin. Û em bang dikin, ku tevî Ocalan hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.”
RAFAEL MARIANO
Nûnerê Partiya Kedkar û Endamê Kongreya Filipînanê Rafael Mariano jî diyar kir, ku ew kampanyaya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan destek dike û got: "Ji bo aştiyake adil pêk were, em silavên xwe yên dostanî û piştgiriyê dişînin. em dixwazin di serî de Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan û em daxwazên wan ên demokratîk destek dikin.”
APRIL VALENTIN MONTES
Sekretera Partiya Mamosteyan ACT û endama April Valentin Montes jî piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gelê kurd destnîşan kir û got: "Niha bi awayekî neheq û neadil Abdullah Ocalan li Tirkiyê girtiye, em ji Tirkiyê daxwaz dikin ku tevî Ocalan hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan.”