Ji doza Sûrê cezayê muebedê dan du kesên din

Rejîma AKP’ê di doza darezandinê ya mexdûrên Sûrê de, cezayê muebedê li du kesên din jî birî.

Di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de kesên ji navçeyê hatibûn derxistin hatibûn destgîrkirin. Ji kesên hatin destgîrkirin 19 kes jê hatibûn girtin û bi giştî derbarê 40 kesî de doz hatibû vekirin.

11’emîn danişînên dozê wekî Doza Sereke ya Sûrê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatibûn, lê belê piştre dadgehê dosye ji hev veqetandin û yeko yeko dest bi darizandinê kir.

Piştî biryara tefrîqakirinê dadgehê di danişînên ewil de bi tawanbariya "xirabkirina yekparayiya dewletê" cezayê muebeda giran li Mehmet Karatay û Mesût Aygul birî.

Her wiha dadgehê bi tawanbariya "kuştina peywirdarên cemaweriyê" jî her yekê 13 sal ceza li Karatay û Aygul birî.

Her wiha danişîna Sedat Nûrîoglû, Sînem Ateş, Bûrhan Balta, Dilşad Şengul û Denîz Ataş jî hat taloqkirin.